Miradxanê Bazîdî (1737-1785)

Miradxanê Bazîdî di sala 1743’an de li bajarê Bazîda kevin ji dayîk bûye. Berî ku em der barê Miradxan de agahiyan bidin, em ji bajarê wî Bazîdê hinekî agahiyan bidin û rola vî bajarî ya di warê wêjevanên kurd de bizanibin.

Bazîd di dîroka wêjeya kurd de cihekî xwe yê girîng heye. Di Medreseya Bazîdê de gelek helbestvan û wêjevanên Kurd gihîştine. Kurdan ev bajar bi navê Bazîdaxa yan jî bi kurtayî Bazîd bi nav kirine. Bazîd bajarekî Kurdistanê yê gelekî kevnare ye. Dikeve Başûrê rojavayê Çiyayê Agirî.

Bajarê kevin di geliyekî teng de ye û bi pênc kîlometreyan dûrî bajarê nû ye.
Xirbeyên Qesra Îshaq Paşa di navbera her du bajaran de cih digirin. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn bajarê nû pêş ket û bajarê kevin hat ruxandin.

Taybetmendiya Bazîdê ji bo kurdan ev e ku piştî Ehmedê Xanî li wir bi cih bû, êdî bajar bû navendeke çand û wêjeya kurdî. Gelek wêjevan, helbestvan û nivîskarên kurd di Medreseya Ehmedê Xanî de gihiştin.

Ji çend kesên navdar ku di vê Medreseyê de xwendin û bi nav û deng bûn yek jî Mirad Xan e. Digel Mirad Xan helbestvan û wêjevanên din ku di Medreseya Bazîdê de gihiştin ev in: Îsmayîlê Bazîdî, Mele Mahmûdê Bazîdî û Xelîfe Yûsiv.

Li Medreseya Bazîdê ku Ehmedê Xanî pirtûkxaneyek mezin tê de vekiribû, Mirad Xan jî mîna gelek hemdemên xwe xwend û ji vê pirtûkxaneya Ehmedê Xanî sûdeke mezin wergirt.

Zarokatiya xwe di heman bajarî de borandiye. Di temenê şeşan de dest bi xwendina Quranê kiriye. Piştî wê bê rawestandin li Medreseya Ehmedê Xanî ya Bazîdê de dest bi xwendina zanistên olî, wêjeyî û teknîkî kiriye. Piştre li hemû navçêyên Bazîd, Hekarî, Wan û Bidlîsê digere.

Di wê gera xwe de, medreseyên ku keyfa wî ji têkûziya wan re dihat an jî dema rastî Seydayekî zana dihat, li wir demekê dima û dixwend. Bi vî awayî kêmasiyên xwe û kêmasiyên xwendina xwe dirûst dikir. Bi van xebatên xwe yên giranbiha, di temenê xortaniya xwe de bû zana, hosta û hozanvanekî mezin.

Armanca vî hozanî ew bû ku bikeve riya Ehmedê Xanî. Helbesta binivîse û dema daxwaz hebe, di civatan de bixwîne. Ji ber vê çendê jiyana Ehmedê Xanî lêkolîn dike. Ji her tiştî zêdetir keyfa wî ji nivîsandina helbest, destan û xwendina wan re dihat. Gelek berhemên wî yên giranbiha hene, lê berhemên wî yên di destê me de heyî; ji dîwana wî çend malikên helbestan û destana Zembîlfiroş heye. Der barê dema nivîsandina destana Zembîlfiroş de wiha nivîsandiye:

“Sed û nehwêd sal bûriye
Paşê hezara hicri ye
Miradxan dibê Serhatiye
Bi şiir û bi gotinekê xweş”

Yanê hozanvanê me dibêje: “Min ev destan di sala 1776’an de nivîsandiye.” Miradxan destana Zembîlfiroş bi 254 malikan temam kiriye. Li gorî hinek nivîskaran Miradxan di navbera salên 1737-1785’an de jiyaye.  


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê