Pîr Şalyar (1006-1098)


Pîr Şalyar an Pîr Şehriyar ku bi Pîrê Şalyarê Hewramî navdar bû, yek ji pîr û mezinên ola yarsaniyan bû. Navê wî Xudadad kurê Camaspeyî ye. Ew di sala 1006'an de li Hewramanê ji dayîk bûye. Di xortaniya xwe de çûye Loristanê, li cem Şa Xoşên ê ku rêberê ola Yarsaniyan bû û sê salan li wê derê ma. Ew li ser daxwaza Şaxoşênî vegeriyaye Hewramanê û li wê derê bîr û baweriyên Yarsaniyê belav kirin. Ew di zanista gotin û mentiqê de pispor bû û di sala 1098'an de mir.

Hinek wî wek rêberê zerdeştiyan ê herî dawî yê li Hewramanê bi nav dikin.  Pîr Şalyarî pirtûkek şîretan bi navê ''Marîfeto Pîr Şalyar'' bi Kurdiya Goranî li pey xwe hiştiye û ew li cem Hewramaniyan pir pîroz e û li wê derê hinek dibêjin ku ew ji Quranê kevnitir e, ji ber ku îslam piştî hîngê gihaye Hewramanê. Beyt, bend û şîretên Şalyarî yên di wê pirtûkê de hene, ji zardevê xelkê hatine wergirtin û nivîsandin. Tama Zerdeştiyê di helbestên Pîr Şalyarî de serdest e, Kurdiya wî ji Erebî pak e û ev bi dîtina hinekan tê wê wateyê ku hêj di serdemê wî de ola îslamê negihabû devera Hewramanê.

Pîr Şalyar li cem xelkê Hewramanê wekî welî û mirovekî xwedî keramet tê naskirin û ji xwe wî gelek nexweş sax kirine û lal bi ziman xistine. Cejna Pîr Şalyarî li Hewramanê, li cem gora wî li nîvê biharê û li nîva zivistanê, her carê bi dirêjahiya sê rojan tê kirin.  Her çi qas Pîr Şalyar piştî Îslamê nêzîkî 400 salî jiyan kiribe  jî, lê hatina îslamê bandor li ser wî nekiriye. Ew şopdarekî ola Zerdeşt e. Helbestên xwe beriya mislimantiyê  heta Hewremanê bi devokî gotine. Ev helbestên wî ji devokî hatine girtin û nivîsandin. Ji ber wê, em vî wêjevanî weke wêjevanekî beriya Îslamê dibînin.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê