Kurteya Pevguherîna Dengan

Ji ber ku ev demeke dirêj e kurdî di bin dagirkerî û qedeqeyeke mezin de ye, derfeta perwerdehiyê nedîtiye. Ji ber vê yekê gelek peyv li gorî herêman cuda tên bilêvkirin. Bêguman di her zimanî de zarava û devok hene, lê rewşa kurdî ya taybet ji wan zimanan vediqete. Mirov dikare sedema vê yekê bi dehan mînakan nîşan bide. Rewşa kurdan a perçebûyî, nebûna perwerdehiya giştî, xedexe, zext û oto-asîmîlasyon û hwd hiştiye ku di kurmancî de gelek peyv bi awayên cuda bên bilêvkirin heta di nivîsan de jî bên nivîsandin. Em ê niha hinek peyvên ku bi çend awayan tên bilêvkirin raberî we bikin.

Ji bo zelalkirina mijarê em ê bi kurtasî çend dengên ku di kurmancî de bi hev diguherin wekî mînak nîşan bidin.

/a/ û /e/

fam/fehm
pan/pehn
tat/teht

Di zimanê devkî de peyvên bi vî rengî gelek in. Li vê derê /a/ li /e/yê dadigere, dengê /h/yê jî tê pêşiya wê. /fehm/ di erebî de jî /fehm/ e.

/a/ û /ê/

da/dê
cas/cês
ra/rê

Rêjaya van peyvan pir kêm e. Peyva /cas/ bi erebî  ‘’cas/cis’’, peyva /da/ di farisî de /daye/ ye. Wisa xuya ye ku di kurmancî de meyla guherîna dengê /a/yê bi ser /ê/yê ve ye.

/e/ û /o/

berevajkî/berovajkî
kenegirî/kenogirî
mewij/mowij

Eger ev her du peyvên pêşî hevedudanî bin mirov dikare biêje ku navbenda /-e/yê di hin devokên kurmancî de li dengdêra /o/yê dageriyaye. Forma peyva /mewij/ di kurmancî de zêde berbelav eû bi soranî jî /mşw»j/e. Eger peyv ne sade be , lê dariştî be, mirov dikare bibêje ku ew ji /mêwe/ û ji paşgira /-ij/ hatiye pê.

/î/ û /o/

denî/dano
tevşî/tevşo
şolî/şîlo

Mirov zêde rastî pevguherîna van dengan nayê û em wisa difikirin ku meyla guherîna dengê /o/yê ber bi /î/yê ve ye.

/o/ û /u/

Goman/guman
sond/sund
xonçe/xunçe

Pevguherîna van her du dengan a di kurmancî de zêde xuya dike û miro dikare bibêje ku meyla guherîna dengdêra /o/ya dirêj ber bi /u/ya kurt ve ye. Di soranî û kirmanckî de jî /guman/e.

/b/ û /v/

Çarşeb/çarşev
hesab/hesav
sabûn/savûn

Li vê derê jî meyla dengê /b/yê ber bi /v/yê ve ye. Ji bo hin peyvên kurdî dibe ku şêweya kevn /b/ be. Lewre hin peyvên kurdî bi me diidn nîşan ku , dengê /b/yê bi qonaxa demê re bi /v/yê guheriye. Mînak: /şebab/, yanê ava ku bi şev bi ser baxçe û zeviyan de tê berdan. Heke em vê peyva hevedudanî ji hev verîsikînin şevbab: şev+ab xweş xuya dibe ku , çawa dengê /b/yê li /v/yê dageriyaye.

/d/û /t/
ewlad/ewlat
kade/kate
şagird/şagirt

Wisa xuya dike ku rêjeyeke zêde ya van her du dengên ku jêderka wan yek e heye. Peyva /ewlad/ bi erebî ye û bêje ne /ewlat/ e. Peyva /şagird/ di farisî, kirmnackî û soranî de jî /şagird/ e. Di kirmanckî ji ‘’kade/kate’’ re ‘’kate/keta’’ tê gotin.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê