Divê Em di Ferhengan de Zayend û Cureyên Peyvan Nîşan Bidin

Ji bo zimanekî nivîskî sê tişt girîng in: alfabe, ferheng, rêziman... Ez niha naxwazim behsa alfabe û rêziman bikim, lê ez ê hewl bidim çend gotinan li ser ferhengan bibêjim. Dema ku mirov bi giştî li ferhengên kurdî dinêre, piraniya wan bi awayekî amator hatine amadekirin. Bi taybetî jî ferhengên li ser înternetê.
Rixmê ku zimanzanên me gelek caran gotine divê zayenda navdêran (navan) di ferhengan de bê nîşandan, lê mixabin kesî zêde guh nedaye wan, kê çawa xwestiye wisa ferheng amade kiriye. Gelek kesan an li gorî devoka xwe yan jî li ku peyv dîtiye li ferhengê zêde kiriye. Ez bi xwe çend kesên amator ên der barê ziman de qet agahiyên wan nîn in ên li ser înternetê ferheng amade kirine, nas dikim. 
Bêgûman wan xwastiye xizmetê ji zimanê kurdî re bikin, lê vê yekê ji xizmetê zêdetir tevlihevî bi xwe re anîne.
Divê bê zanîn ku em karên wiha girîng ji kesên ehlê vî karî re bihêlin baştir e. Her wiha divê qet nebe berî ku em xebateke mîna ferhengê girîng amade bikin, divê em der barê rêziman û alfabeyê de xwedî zanîn û agahiyên têkûz bin.
Di Ferhengan de Çima Destnîşankirina Zayendan Girîng e?
Wekî tê zanîn zimanê kurdî zimanekî xwedî zayendê ye. Peyvek an mê ye yan nêr e yan jî nêtar e. Her wekî me li jorê jî da xuyakirin, di kurdî de zayenda hemû navdêran heye. Bo nimûne, kevçî, çiya, xanî, ap nêr in; pirtûk, rê, xwarin, xaltîk mê ne; zarok, artêş, garan jî nêtar in. Heke em zayenda van peyvan nîşan nedin dê kî bizanibe ev peyv nêr in an jî mê ne? Kesên der barê rêziman de agahiyên wan hebin dikarin zayenda peyvan bi rêya ravekê û tewangê hîn bibin. Bo nimûne gava em bibêjin ''Dora min e.'' em dikarin ji veqetandeka binavkirî ''-a''yê fêm bikin ku peyva ''dor'' mê ye yan jî em dikarin bi rêya tewangê hîn bibin ''Dorê bide min.'' wekî tê dîtin peyva ''dor'' bi tewanga ''-ê'' hatiye tewandin. Ev yek jî nîşan dide ku zayenda wê mê ye. Lê belê kesên ku hindik hînî xwendin û nivîsandina kurdî bûne dê çawa zayenda peyvan fêm bikin? Ji ber vê yekê divê em teqez di ferhengan de zayenda navdêran nîşan bidin.
Mesela zimanê almanî jî zimanekî zayendî ye. Lê li hemberî hemû peyvên wan zayenda wan tê destnîşankirin. Ên ferhengên almanî amade dikin bi tenê qîma xwe bi nîşandana zayendê nayînin, li hemberî her peyvan cureyên wan jî dinivîsin. Wekî mînak dema ku mirov di ferhengê de li peyveke almanî digere, li binê wê peyvê heke navdêr be, lêker be, cînavk be, hoker be, rengdêr be, daçek û hwd be,  dinivîse. Mirov pir hêsan jê fêm dike cureyê wê çi ye. Di Almanî de ji bo her peyvekê artîkelek heye. Yanê ji bo ku zayenda peyvekê nîşan bidin artîkel an jî qertafên zayendî bi kar tînin.
Her wekî der, die, das... Di almanî de zayend berî navan tên.
Mînak:
die Frau (mê û jin)
der Mann (nêr û mêr)
das Kind (nêtar û zarok)
die Brille (mê û berçavk)
der Küche (mê û mitbex)
das Auto (nêtar û erebe)
Lê di kurdî de tiştekî wisa nîn e. Em zayenda peyvan an jî navan bi rêya ravek û tewangê bi dest dixin.

Bawer Agirî



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê