Ana içeriğe atla

Folklor çi ye?


Bi fransî ''folklore'', bi tirkî ''halk bilimi'', bi kurdî jî jê re ''zargotin'' tê gotin. Folklor, (zargotin) berhemên çandê, kevneşopî, tore, bawerî, muzîk, reqs, lîstik, çîrok, serpêhatî, çalakî û berhemên bijîşkê yên gel lêkolîn dike, têkiliya di navbera wan de tespît dike; çavkanî, werar, belavbûn, ragihandin, pirsgirêkên guhartina wê li gorî reseniya xwe wekî encam di nava rêgez û teoriyekê de hewl dide ku derxe holê. Ji ber vê yekê jî mirov jê re dikare bibêje ''zanista zargotinê''.

Folklor hemû nirxên gel di nav xwe de dihewîne. Di folklorê de her çi qas  çavkanî şexsî bin jî, lê berhem dibin malê gel. Ev berhem ji nifşekî derbasî nifşekî din dibin û di wê pêvajoyê de li gorî nifşê nû meyla guhartinê jî pê re çêdibe. Berhemên wêjeyî, destanên gel, stran, dûrik/manî, pêkenok, mamik û baweriyên der barê xwezayê de û berhemên wekî van dihundirîne.

Peyva folklorê heta niha tenê wekî lîstik û dîlan hatiye zanîn. Ev yek çewt e. Folklor hemû çanda gel dihundirîne anku temsîl dike.

Feyda Folklorê , Taybetmendiyên Folklorê

1- Folklor ahengsaziya mirovan bi xweza û civakê re çêdike. Mirov bi folklorê bi mirov û saziyan re hînî têkilî çawa tê danînê dibe.
2- Folklor nirxên civakê yên madî û manewî dike yek, ji nifşekî vediguhêze nifşekî.
3- Folklor li gorî civakan tê guhartin.
4- Folklor nirxên civakan nîşan dide.

Werger: Bawer Agirî

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Alfabeya kurdî (denganiya kurdî 1)

Navê Min Çi ye?

Min berî niha jî behsa girîngiya zimên kiribû û li ser vê yekê nivîsek nivîsî bû. Ez niha jî dixwazim balê bikêşim ser ziman û bi kurtasî çend gotinan bibêjim. Her wekî min berê jî gotibû ziman hêmana bingehîn a ragihandinê ye. Mirov bi rêya ziman fikir, hest û ramanên xwe tîne ziman û têkiliyan bi hev re datîne. Ziman pira di navbera paşeroj û pêşerojê de ye. Bêyî ziman têkiliya mirovan ne mimkun e bi rêk û pêk pêk were. Ziman endamên civakekê bi hev ve girêdide û di navberê de dibe navgîna sereke.

Niha kî dikare bêyî axaftinê yan jî nivîsandinê pênaseya atomê bike? Yan jî kî dikare bêyî axaftinê bîrkariyê bi mirovan bide fêmkirin? Bêguman ev ne mimkun e. A li vê derê em pê dihisin ku ziman,  axaftin, xwendin û nivîsandin çi qas girîng in. Hemû gelê cîhanê bi vê rastiyê hisiyane, loma jî her sal butçeyeke pir mezin ji bo perwerdehiyê vediqetînin. Elbet em niha bi vî şiklê xwe û rewşa xwe ya heyî nikarin pereyekî pir mezin ji bo perwerdehiyê veqetînin, lê gelo em ji bo perwerdehiyeke…

Hînkarî / Egzersîz

Ji bo ku peyv bi awayekî xweşik, zelal û herikbar ji devê mirov derkeve divê egzersîz bê kirin. Gelek bêjer, stranbêj, şanoger û rêveber egzersiza henaseyê û tîpan dikin. Heke em jî rojê çend caran tîpên dengdêr bi yên dengdar re bideng bi lêv bikin û her roj dubare bikin, piştî demekê em ê di axaftina xwe de guhertineke mezin bibînin. Her wiha divê em hînî awayê derxistina dengan yanî tîpan jî bibin. Lê di vir de bikaranîna henaseyê jî girîng e. Divê em henaseyeke rast bidin û bistînin. Ji bo vê henaseya diyaframê tê tercîhkirin.  Bo nimûne, tîpa ‘’o’’ tîpeke dengdêr e. Bi tena serê xwe tê bilêvkirin. Divê em awayê derketina wê zanibin. Tîpa ‘’o’’ ji şikefta dev bi tena serê xwe derdikeve. Ji bo derxistina vî dengî mirov devê xwe kêmekî ji hev vedike, kêlekên lêvan datîne ser hev, lêvan bi pêş de dibe, lê ne ber bi jêr ve, rasterast û dûre ji şikefta dev dengê ‘’o’’ derdixe.  Gelek kes dengê ‘’o’’ bi devê girtî bi lêv dikin ango lêvên wan ser hev in, bi lêv dikin. Ev awayê derxitina v…