FOMO çi ye? Em Çawa Dikarin Xwe jê Biparêzin?


Berî ku em derbasî mijara xwe bibin, em bi henekekê dest pê bikin. Em bibêjin hûn wateya FOMOyê nizanin. Kesek ji we re dibêje, ‘’tu fomo yî’’ hûn ê çi bikin? Îhtîmaleke mezin e  ji ber ku hûn wateya wê nizanin, hûn ê vê gotinê lê vegerînin û heta hûn ê çend dijûnan jî bidin ser.:) Lê meraq nekin, ev ne dijûn e. Ev mijareke pir girîng e û divê em baş bixwînin. Em werin ser pirsa xwe. Fomo çi ye? Fomo  kurteya îngîlîzî ya ‘’Fear of missing out/fîir af mîsîng aût’’ e. Tê wateya tirsa windakirinê, tirsa ji pêşketinan mayîn. Têgiha ‘’FOMO’’ di sala 2013an de ketiye ferhenga Oxfordê.

Gelek kes serê sibê radibin, berî ku rûyê xwe bişûn û taştê bixwin,li hinek tiştên pir girîng dinêrin! Bi rastî jî ew tişt pir girîng in? Bê guman na. Telefonê hildidin destê xwe, pêşî li peyaman dinêrin, paşê jî çavên xwe li sosyal medyayê digerînin. Di facebookê de dest pê dikin... Ka kê di binê wêneyê ku min duh êvarê parve kiribû de şîrove kiriye. Dûre li twîtterê dinêrin. Kê çi parve kiriye û çi gotiye. OOO General Zeng mala hikumetê xera kiriye! Baş e baş… Paşê derbasî înstagramê dibin. Kê peyam şandiye, kê kîjan wêne parve kiriye û li serê çi şîrove kiriye dinêrin. Ev jî têrê nake derbasî whatshappê dibin. Li rewşê dinêrin, kî çi di rewşa xwe de nîşan daye, wow çi wêneyekî balkêş e! Jê re peyam dişîne: ‘’Ez lê dinêrim tu kêf dikî ha!’’. ‘’Bersiv tê: Hî erê wele, em çi bikin.’’ Mijar wisa dirêj dibe û diçe.  

Li gorî pisporan nexweşiya FOMOyê di sala 2000î de ku  jê re millennium/mîlenyûm jî tê gotin bi Nifşê Z’yê re dest pê kiriye(ji kesên ku di sala 2000î de hatine dinayê re ‘’Nifşê Z’’ dibêjin). Li gorî pisporên psîkolojî û sosyal medyayê nexweşiya FOMOyê bi taybetî bi derketina telefonên biaqil, pêşketina înternetê û belavbûn û zêdebûna sosyal medyayê re gihîştiye asta herî bilind. Bi vê ve girêdayî sepanên balkêş û baqil dihêlin ku bala mirovan tim li ser wan be. Dema ku mirov li sosyal medyayê dinêre, zêdetir ciwan hene. A ev yek jî nîşan dide ku ciwan bûne qurbana înternet û sosyal medyayê.

Ez dixwazim dîsa li ser pirsa ‘FOMO çi ye’’ bisekinim. Ji ber ku ez dixwazim ev mijar baş bê fêmkirin. FOMO çi ye? Em dikarin bibêjin ku kesên ku di rastiyê de ne xwedî heval û hogir in, ji jiyana sosyal bi awayekî dûr ketine, yên bi serê xwe dijîn û ji civakê bi awayekî hatine dûrxistin an jî bi xwe dûr ketine, naxwazin ji rojevê qut bibin, naxwazin ji lasakeriyê xilas bibin. Her wiha FOMO ew tişt e ku mirov her tim di metirsîyê de jiyan dike(bi taybetî ciwan vê yekê jiyan dikin), tirsa ez ê ji wî/wê bimînim, ji çalakî Û kirinên wan bimînim. Dıvê ez jî heman cilan bikirim, divê ez jî biçim heman restoranê, divê ez jî heman…heman…û…heman tiştî bikim…

Mirov bibe FOMO baş e yan na?

Pisipor dibêjin ku  bi tu awayî xwe bi sosyal medyayê ve girê nedin û rojê herî zêde 10-15 deqe bi kar bînin heta dibêjin ku dev jê berdin. Heke hûn dev jê bernedin an jî pir hindik bi kar neynin, hûn ê jî bibin ‘’Fomo’’. Di vê navberê de ez hinekî qala lasakeran bikim. Ji ber ku têkiliya lasakeran bi vê mijarê re heye. Lasaker ew kesin ku yan bêderfet in dixwazin bişibin hin kesan, yan jî bi zanebûn dixwazin bişibin hin kesan. Bo nimûne, derfetên hin kesan hene ku biçin Firansayê bigerin. Dema ku diçin li ber Keleha Eyfelê wêne dikêşin û parve dikin. Lê hin kes nikarin biçin. Şûna wê dest bi lasakeriyê dikin. Çi dikin? Ew di sosyal medyayê de yan wêneyên wan diecbînin û di binê wan de şîrove dikin, heke ev nêzîkatî wan têr neke, îcar bi photoshop/fotoşopê wêneyekî sexte ji xwe re çêdikin, her wekî li ber Keleha Eyfelê wêne kişandine parve dikin. Mirovên lasaker bi vî awayî egoya xwe têr dikin.

Kesên ku soyal medyayê bi kar neynîn jî, bi wan re nexweşiya ‘’10-15 deqe’’ carekî ketina malperan peyda bûye. Gelo BBCê çi nûçe parve kiriye, spûtînkê der barê bûyera hefteyê borî de çi weşandiye, DWyê çi bersiv daye Trump û hwd. Divê em vê jî ji bîr nekin. 

Mirov çawa dikare hîn bibe ka mirov bûye FOMO?
Heke bersiva van pirsan ‘’erê’’ be, îhtîmaleke mezin e ku hûn FOMO ne:

·         Hûn di her fersendê û di navbera herî biçûk de li facebook, twîtter, înstagram û hinek sepanên din dinêrin?
·         Dema ku hûn li malê dimînin, hûn piraniya dema xwe bi malbata xwe re derbas dikin an bi sosyal medyayê re?
·         Dema ku înterneta we qut dibe yan jî hûn mecbûr dimînin jê dûr bikevin, bi we re hêrs, bêaramî, stres û depresyon çêdibe?
·         Dema ku hûn wexta xwe bi sosyal medyayê re derbas dikin û bi kesên ku di sosyal medyayê de ne re dikevin têkkiliyê bextewar dibin?

Heke bersiva we bi piranî ‘’erê’’ be, divê hûn xwe di ber çavan re derbas bikin an jî ji pisporekî alîkariyê bixwazin. Ez wekî encam van bibêjim: Dev ji sosyal medyayê berdin, bi mirovên rastî yên nêzî we re bibin heval. Wekî tê zanîn gelek kes dikarin gelek tiştan bikin. Ji ber ku derfetên wan hene, her wisa gelek kes jî hene ku nikarin gelek tiştan bikin. Ji ber ku derfetên wan nîn in. Van pirsan bi awayekî samîmî ji xwe bipirsin, divê ez di rastiyê de bibim hevalê kî, hêza min têra çi dike, ez çima dema xwe ji bo kesên ku ez qet nas nakim xerc dikim? Heke mirov li ser van pirsan bifikire, mirov ê fêm bike ku em bi mirovên hîç û pûç re dema xwe derbas dikin. Bi rastî jî sosyal medya ji bilî rêxistin, sazî û desgehên bazirganiyê kêrî tiştekî nayê. Em tenê li gorî daxwazên wan tev digerin. Ji bîr nekin ku divê em li pey jiyana rasteqîn bikevin ne ku filankes çi parve kiriye, çi li xwe kiriye, xweriye û vexwariye, li ku geriya û kê çi gotiye. Ez bi awayekî çors û qebe bibêjim belkî ev nivîs cidî bê girtin. Ji we re çi û ji min re çi filankes çûye seyranê kifte, masî û kola xwariye? Ji we re çi û  ji min re çi bêvankes erebeyeke nû standiye nizanim marka wê çi ye? Ji we re çi û ji min re çi kê çi parve kiriye, kê ecibandiye û kê şîrove kiriye. Bi hêviya ku hûn û zarokên xwe nebin FOMO!..

Bawer Agirî



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê