Min ji Hemêza Şevê re Nehêle

Min ji hemêza şevê re nehêle.
Her der dîwarên bikevir in, bajar pêxwas e.
Kevokên bêkes, neçin!
Ez di tunebûnê de çivîkeke bêper im.
Serî li ku bidim rûyê te, xem tijî ne bêyî te, neçe!
Darên demsalî ji singa xwe pelên zer diweşînin,
ez dibêjim neçe dê stêrk bicemidin!
Dilê min dibe merxa siyeke bi tenê.
Roj vedimire, sî mezin dibe.
Xemgîniyeke ne xweş xwe berdide ser bajêr, neçe!
Ez ê bimirim, neçe!


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê