Kurdî (1809-1849)

Dil Xemgîn e

Dilhinav birîndar e dil xemgîn e bê te 
Serê min gêj e canê min bê can e bê te
Xewa min bê hişî ye bergê min palas e
Xureka min xwîn e şadiya min şîn e bê te
Ji çav işq û ji dil ah û keder bê te 
Tîrê tofan e ba û baran e bê te 
Ciyê min sehra ye wehşyar im û hevdem
Dirk û refş û gewen e balgiyê bê te 
Ji işq û aha sar û awêna dil 
Cemala zer û reş rengîn e bê te 
Serê min mestûr û singa min ceng e dil
Xefet yar û meqam nalîn e bê te 
Kebab-dilxwîn meyê saqî feraqê te
Qedeh çav û me zem esrîn e bê te 
Hinav-gulzar û xwîn-gul baxevan-dil
Fîxan-bibil cefa per jîn e bê te 
Zivistan mêla te peyîz birê min 
Biharê em ûmûd in havînê bê te 
Awa ez bûm şah û siltan û welî 
Tu xwedî can qet najî bê te 

Ferheng

Gewen: Merşika mû dirêj 
Dirk: Dirî 
Refş: tiştê ne aheng tê danîn  
Fîxan: Xurîna bilbil  
Saqî: Meyger 
Qedeh: Şûşe  
Ûmûd: Hêvî 
Ah: Maf 
Mestûr: Nixûmandî 
Meqam: Cih 
Feraq: Kovik 
Zem: avêt 
Cefa:Jan 

Jînenîgariya Kurdî

Navê wî Mistefa Begê kurê Mihemedê Ehmed Begê ji qebîla Sahibqiranê xelkê Silêmaniyê ye. Di sala 1809’an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Di zarokatiya xwe de li cem zanyarê bajarê Silêmaniyê xwendiye. Xwesteka wî gelek ji nivîsandina helbestan re hebû. Navê xwe yê hozanvanî daniye “Kurdî”, helbestên xwe bi Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî nivîsandine. 

Piştî demekê diçe Sine, Sablax û Tahranê. Li Tahranê bûye mamostayê Eceman. Kurdî diçû civata nivîskaran. Kurdî hemdemê Nalî ye. Helbestên xwe piranî der barê evîndarî û xweşikbûna welatî de nivîsandine. Kurdî di sala 1849’an çûye ber dilvaniya Yezdan. 


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê