Bibêje wê
ji van deran 
nebû
xerîbek bû
nediyar bû
û çû
bibêje
toz bû
bahozê hilda bir
ez çi zanim
bibêje
wekî ewran bû
bû gurminî
wenda bû
bibêje
pelê darê bû
riziya
kete erdê
bayê hilda bir
perçiqî
hûr bû
belav bû
bibêje
berf bû
baran bû
lehî rabû erdê re
xişikî çû
bibêje xewn bû
xeyal bû
ne ras
bû 
derew bû
û çû...

Bawer Agirî

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê