Pomodoro çi ye? Bi Rêbaza Pomodoroyê Wane û Karên Xwe bi Hêsanî Bikin
Dema ku hûn dil dikin
waneyên xwe çêkin an jî karekî din bikin hişê we
diçe cihekî din? Hûn nikarin rojane dema xwe kontrol û saz bikin? Hûn
xwendekar, bernamenûs, nivîskar, rêveber, mamoste û parêzer in? Qet ferq nake.
Ez ê ji we re qala rêbaza Pomodoroyê
bikim. Hûn ê bi vê rêbazê bikaribin karên xwe bi rêk û pêk pêk bînin. Em dest
pê bikin…
Gelek caran hatiye serê we jî. Dema ku mirov hez dike karekî
bike yan jî waneya xwe çêke, cardin dev ji wî ramanî berdide. Lê teqez divê
mirov karê xwe bike û xilas bike. Hin kes nizanin rojane dema xwe saz bikin.
Difikirin ku yê karê xwe kengê û bi çi awayî xilas bikin. Morelê wan xirab dibe, ji kar an jî ji waneyê
sar dibin. A di vir de rêbaza Pomodoroyê dikeve dewrê.
Pomodoro
çi ye?
Di sala 1980ê de ciwanekî îtalî yê bi navê Francesco Cîrîllo dikeve wê ferqê ku nikare dema xwe li gorî karê xwe
saz bike. Paşê difikire ku dê vê pirsgirêkê çawa çareser bike. Di dema
fikirandinê de li mitbexê ye. Ji nişkê ve kronometreya mitbexê tê bîra wî. Dest
pê dike li gorî rojekê karê xwe(wane, karê malê û hwd) dabeş dike. Vê rêbazê li
gorî mantiqê ku difikire hêdî hêdî pêş dixe. Li gorî vî mantiqî 25 deqe
dixebite, 5 deqe jî navberê dide. Bi giştî dibe 30 deqe. Ji vê yekê re dibêje Pomodorek. Dema ku ji vê rêbazê sûdê distîne,
ji her kesî re parve dike. Bi vî awayî ev rêbaz ji wê rojê heta roja me ya îro
hatiye. Divê ez bi bîr bixim ku peyva Pomodoro bi îtalî tê wateya bacanê sor. Francesco Cîrîllo ev nav ji
kronometreya mitbaxa xwe ya ku dişibiya bacanê sor girtiye. Loma jî ev nav li rêbaza xwe kiriye. Heke em
bi kurtasî bixwazin mantiqê Pommodoroyê fêm bikin, em dikarin bibêjin ku 25
deqe bixebite, 5 deqe navberê bide(25+5=30). Piştî vê mirov dikare bibêje
Pomodorek.
Mirov bi
Rêbaza Pomodoroyê Çawa Dikare Dema Xwe Saz Bike?
Ez bawer im dema ku we
nivîs xwend, we got: ‘’Pî hema ew qas e? Ê ev pir hêsan e!’’ Û we bi çavekî
biçûk li vê rêbazê nihêrî ne wisa? Bawer bikin ev kar ne bi qasî ku hûn hêsan
difikirin e. Ji be ku ev rêbaz lêhûrbûna we belav nake, karê we hêsan dike û
dike ku hûn rehet karê xwe bikin. Ev rêbaz ji aliyê gelek kesan ve hatiye
bikaranîn. Di encamê de hatiye dîtin ku dema ku mirov vê rêbazê bi kar tîne,
bêyî ku zehmetiyê bikişîne, bi hêsanî karê xwe diqedîne. Em werin ser pirsa xwe
ya mirov çawa dikare bi rêbaza Pomodoroyê dema xwe
saz dike?
Gava yekemîn: Divê mijara ku hûn dixwazin li serê bixebitin û dema
xwe diyar bikin. Bo nimûne, hûn ê 30 rûpel wane bixebitin. Du heb Pomodoro têra
we dike?(du heb pomodoro dike 60 deqe)Em bêjin têra we dike. Ev jî tê wê wateyê
ku du seansên pomodoroyê ji we re pêwîst in.
Gava
duyemîn: Ji bîr nekin ku divê hûn
teqez di her seansê de 5 deqe navberê bidin. Ji ber ku raza Pomodoroyê di vî 5
deqeyî de veşartî ye.
Divê
hûn bi tu awayî ji navbera 5 deqeyî derbas nekin û divê hûn di vê navberê de
nekevin facebook, twitter, whatsapp û hwd. Her wiha divê hûn tiştên ku bala we dikişînin li pêş
çavên xwe rakin. Înternetê bigirin û bi telefonê nelîzin. Bi kurtasî divê hûn
tiştên ku serê we tevlihev dike û bala wa belav dike re mijûl nebin. Di vê
navberê de hûn tenê dikarin avê vexwin, li odê bigerin. Lê divê hûn tiştê ku li serê dixebitin nefikirin. Bila wane yan jî
karê ku hûn dikin neyê bîra we. Heta we dîsa dest pê kir.
Gava sêyemîn: Piştî 4 Pomodoran li gorî pêdiviyên xwe 15 yan jî 30
deqeyan navbereke dirêj bidin. Di vê navberê de ez dîsa bi bîr bixim ku bi tiştên
ku serê we mijûl dikin nefikirin.
Gava çaremîn: Divê bê zanîn ku rojê 8 an jî 16 Pomodoro
têra mirov dikin. Lê heke hûn bibêjin ez dikarim çend Pomodoroyên din jî bikim,
ew li ser enerjî û kêfa we dimîne.:)
Encam
Karê we çi dibe bila
bibe hûn dikarin bi van 4 gavan pêk bînin. Lê her wekî me li jorê jî got, dema
ku mirov rêbaza Pomodoroyê pêk tîne, divê van xalên girîng zanibe;
1-
Di seansa 5
deqeyî de derbarê wane yan jî kar de tiştekî nefikirin. Tenê bêhna xwe bistînin
û heke hûn bixwazin dikarin avê vexwin û di odê de tûr bavêjin.
2-
Di seanasa
25 deqeyî de bila tu tişt bala we nekêşe û hişê we nebe ser xwe. Bila bi tenê
armanca we karê we be.
3-
Pilana karê
xwe baş çêkin û pir cidî li ser xebata xwe bisekinin. Ne zêde xwe biêşînin, ne
jî zêde xwe sist bikin.
4-
Heke di dema
seansa 25 deqeyan de tiştek çêbe û bala we belav bibe, we di deqeya çendan de dev
jê berdaye not bigirin. Paşê dîsa li ser wê dewam bikin.
5-
Rojane û
heftane analîzan li ser karê xwe bikin. Hedefa xwe diyar bikin û hewl bidin ku
bigihêjin armanca xwe. Her wiha heta ji destê we tê navberê nedin Pomodorên
xwe.
Bawer Agirî
Yorumlar
Yorum Gönder