Ana içeriğe atla

Rayeka Lêkeran Çawa Tê Bidestxistin?

Lêker, bûyerekê, tevgerekê yan jî qewimînekê nîşanî me didin. Li cihê ku kar û tevgerek hebe, teqez li wir lêker jî heye. Lêkerên ku nehatine kişandin gişk navdêr in û mê ne. Her wiha rader in jî. Di kurmanacî de du rayek hene; rayeka dema niha, rayeka dema borî. Raderên kurmancî du heb in; /-n/ û /-in/ in.

Em pêşî wekî mînak lêkera girtin hildin dest. Ev lêker  gerguhêz e û niha di rewşa raderê de ye. Yanî nehatiye kişandin. Heke em radera /in/ê jê bavêjin girt li rastê dimîne. Ev jî rayeka dema borî ye. Lê heke em bixwazin rayeka wê ya dema niha bi dest bixin, îcar em ê tîpa /t/  ji rayeka dema borî bavêjin. Îcar jî li ber destê me gir dimîne. Ev jî dibe rayeka dema niha . Em dîsa her du rayekan rêz bikin bibînin ka çawa ne.

girt (
rayeka dema borî)
 gir (rayeka dema niha)

Divê em bi bîr bixin ku rêbaza bidestxistina rayekan ji bo lêkerên gerguhêz û negerguhêz eynî ye. Lê di hinek lêkeran de di dema niha de guherîna dengan diqewime. Her wekî pelaxt (dema borî) di dema niha de dibe pelêx, hat (dema borî) di dema niha de dibe hê. Ji bo ku nivîsa me dirêj nebe, vê gavê nimûneyên pelaxtin û hatin bes in. 

Em îcar jî lêkereke negerguhêz wekî nimûne nîşan bidin. Mesela bila lêkera me çûn be. Ev lêker ne gerguhêz e. Heke em radera wê /n/yê jê bavêjin, li ber destê me çû dimîne. Ev jî dibe rayeka dema borî. Îcar em ji rayeka dema borî dengê /û/yê jê bavêjin, li holê bi tenê /ç/ dimîne. Ev jî rayeka dema niha ye. Dema ku em qertafên kesane û yên deman pê ve bikin dê wiha be:

Ez diçim.Tu dê biçî. (demên niha)
Ez çûm. Tu çûbûyî. (demên borî)

Piştî van mînakên jorê, ez dixwazim bi hin mînakên din dawî li nivîsa xwe bînim . Min ji bo mînakan ev lêker hilbijartin:

axaftin,avêtin, ajotin, bijartin, biraştin, firotin, gerandin, gestin, gihîştin, girtin, gotin, hatin, hêrtin, hilkirin , jimartin , kelandin ,keftin, kuştin, lîstin, mêtin, patin, pelaxtin, qedandin, qelabtin, quraftin, rakirin , rêtin, standin, sotin, şûştin, vexwarin, xistin, xwestin






Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Alfabeya kurdî (denganiya kurdî 1)

Navê Min Çi ye?

Min berî niha jî behsa girîngiya zimên kiribû û li ser vê yekê nivîsek nivîsî bû. Ez niha jî dixwazim balê bikêşim ser ziman û bi kurtasî çend gotinan bibêjim. Her wekî min berê jî gotibû ziman hêmana bingehîn a ragihandinê ye. Mirov bi rêya ziman fikir, hest û ramanên xwe tîne ziman û têkiliyan bi hev re datîne. Ziman pira di navbera paşeroj û pêşerojê de ye. Bêyî ziman têkiliya mirovan ne mimkun e bi rêk û pêk pêk were. Ziman endamên civakekê bi hev ve girêdide û di navberê de dibe navgîna sereke.

Niha kî dikare bêyî axaftinê yan jî nivîsandinê pênaseya atomê bike? Yan jî kî dikare bêyî axaftinê bîrkariyê bi mirovan bide fêmkirin? Bêguman ev ne mimkun e. A li vê derê em pê dihisin ku ziman,  axaftin, xwendin û nivîsandin çi qas girîng in. Hemû gelê cîhanê bi vê rastiyê hisiyane, loma jî her sal butçeyeke pir mezin ji bo perwerdehiyê vediqetînin. Elbet em niha bi vî şiklê xwe û rewşa xwe ya heyî nikarin pereyekî pir mezin ji bo perwerdehiyê veqetînin, lê gelo em ji bo perwerdehiyeke…

Peyvên Hevdeng

Peyvên hevdeng ji aliyê teşeyê ve wekî hev in, lê wateya wan cuda ye. Di kurdî de gelek peyvên bi vî rengî hene ku carinan peyvek tê sê-çar wateyan.
Mînak:
Ar (agir) Ar (namûs)
Ax (xwelî)  Ax (axkişandin)
Ba (bayêtê) Ba (cem)
Bend (asteng)  Bend (ta