Realîzm (sedsala XIX’an)

Realîzm di sedsala XIX’an de derketiye holê. Realizm herikandina wêjeyî ya bi rastiyê ve girêdayî heta tê wateya rastiyê jî. Realizm dixwaze nivîskarê wê jiyan her wekî heyî bigre dest û guhartinê li gel wê çêneke. Li gorî realîzmê divê nivîskar rast be. Divê li ser  hîmê rastiyê tev bigere. Ne ku li ser xeyalan be. Balzac, Gustav Flober, Standal û hwd nivîskarên navdar ên pêşevan û parêzvanên realizmê ne.

Rêgezên Realîzmê:

1- Girîngiyê dide belge û çavdêriyan.

2-  Di jiyana rojane de bûyerên rastî çêbûyî û mirovên di wan bûyeran de cih girtî wekî heyî dide têgihandin.

3- Wêneyîkirina hawîrdor, têgihandina toreyên civakî girîngiyê qezenç dikin. Li gel wêneyîkirinê bûyer bêwate dibe.

4- Nivîskar nêrînên xwe yên kesî vedişêre. Bûyer û lehengên bûyerê bi awayekî bêalî dide têgihandin.

5- Armanca hîndekariyê nîn e. Huner ji bo hunerê ye.

6- Di têgihandina bûyeran de, têkiliyên sedem û encamê bingeh digre.

7- Uslûbê wê vekirî û ne ji ber xwe ve çêkiriye.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê