Gihanekên Xwerû
Gihanek bi serê xwe ne xwediyê tu wateyê ne, lê peyvan, komek û hevokan bi hev ve girê didin, an jî peyvekê, komekê bi hevokekê ve girê didin.
Hin daçek, hoker, lêker, cînavk, rengdêr û navdêr bi erkên gihanekî tên bikaranîn;
di yên xwerû û nexwerû de cih digirin û bi vî awayî dibin gihanek.
Ji aliyê peyvsaziyê ve gihanek du beş in: Ên xwerû û yên nexwerû.
Gihanekên xwerû ji yek hêmanan pêk tên.
Di zimanê nivîskî de gihanekên xwerû yên herî zêde têne bikaranîn ev in.
lê, an/yan, ango/yanî, de, heke/eger, heta/heya, jî, ka, ku, lewre/loma, ne, û...
Mînak:
an/yan
Pênûsa sor an a zer bide min!
Pelê çirî yan ê neçirî, ev hemû yên we ne.
ango/yanî
Ew bi arsimê ketiye ango pir serma xwariye.
Ew bi arsimeke giran ketiye, yanî hê nexweş e.
Ew bi arsimê ketiye ango pir serma xwariye.
Ew bi arsimeke giran ketiye, yanî hê nexweş e.
de
De çi dibe dibe, em ê nameyekê jê re binivîsin.
De kê gotiye gotiye, hûn ji xwe re nekin xem.
De çi dibe dibe, em ê nameyekê jê re binivîsin.
De kê gotiye gotiye, hûn ji xwe re nekin xem.
heke/eger
Heke wisa be, ez ê wî bişînim ba te.
Eger ez wî bibînim, ez ê bibêjim.
heta/heya
Heta ku ez bêm, kalê derman xwaribû.
Heya mirinê ew ê ji wan re bixebite.
Heta ku ez bêm, kalê derman xwaribû.
Heya mirinê ew ê ji wan re bixebite.
jî
Min ji wê re lênûskek anî, lê te jî jê re aniye.
Wan jî du pênûs dabûn wê.
Min ji wê re lênûskek anî, lê te jî jê re aniye.
Wan jî du pênûs dabûn wê.
ka
Bila hoste were, ka em pê re çi peymanê çêdikin?
Ew ê rojekê neçe karê xwe, ka em jê re çi dibêjin!
Bila hoste were, ka em pê re çi peymanê çêdikin?
Ew ê rojekê neçe karê xwe, ka em jê re çi dibêjin!
ku
Ku erebeya wî hebûya, dê we bibira bendava mezin.
Em diçin sînemayê ku li filmekî belgewarî temaşe bikin.
Ku erebeya wî hebûya, dê we bibira bendava mezin.
Em diçin sînemayê ku li filmekî belgewarî temaşe bikin.
lewre/loma
Hûn nehatine alîkariya wê, lewre ew ji we xeyîdiye.
Wî ji Gulê re negotiye, loma neçûye sînemayê.
Em ji wir derketin, lewre wî axaftina xwe biriye.
Hûn nehatine alîkariya wê, lewre ew ji we xeyîdiye.
Wî ji Gulê re negotiye, loma neçûye sînemayê.
Em ji wir derketin, lewre wî axaftina xwe biriye.
lê
Gulê çay çêkiribû, lê wan venexwar.
Hûn hatin lê ew bi we re nehatibû.
Ew dixebitîn, lê bê pere bûn.
Gulê çay çêkiribû, lê wan venexwar.
Hûn hatin lê ew bi we re nehatibû.
Ew dixebitîn, lê bê pere bûn.
û
Gul û Gulçîn çûn bajêr.
Gul û Gulçîn çûn bajêr.
Wan bilêt kirîn û berê xwe dan lûnaparkê.
Yorumlar
Yorum Gönder