Navên Mehan / Mehên Salê


1- Rêbendan 
Vê mehê rê tên girtin û aşît çêdibin. Li Agiriyê nifira wê jî heye ”Aşît bi ser te de were.”
2- Reşemî 
Wekî hûn jî dizanin ku tav mirov di vê mehê de reş dike.
3- Adar 
Dar û ber ji nû ve zindî dibin û berf dihele.
4- Avrêl 
Meha baranê ye. Di vê mehê de baran gelekî dibare.
5- Gulan
Ev meha gul û çîçekan e. Gul û kulîlk bi xweşikbûna xwe xwezayê dixemilînin.
6- Pûşper 
Di vê mehê de gîha zer dibe, dibe mîna pûş.
7- Tîrmeh 
Ev meh a herî germ e.Di vê mehê de tîrêjên rojê mirov dişewitîne.
8- Gelawêj 
Di vê mehê de stêrka bi navê gelawêjê xuya dike.
9- Rezber 
Ev meh meha rezan e. Gel di vê mehê de di nav bax û baxçeyan de rezên xwe ber hev dikin.
10- Kewçêr 
Meha kewan e. Kew ji çiyayên bilind dadikevin li cihên nizim diçêrin.
11- Sermawez 
Kurdistan sar dibe, serma û germ cihê xwe diguherînin. Gel di vê mehê de amadekariya zivistanê dike.
12- Berfanbar 
Her wekî ji navê wê jî diyar e, ev jî meha berfê ye. Berf li Kurdistanê mîna bûkeke çeleng her derê wê sipspî dibe.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?