Bila Mamoste li Zarokan Nexin ji Wan Hez bikin

Dema ku em piçûk bûn, ji ber ku me tirkî nedizanî û me ji mamoste tiştek fêm nedikir, wî bi awayekî dijwar li me dixist. Bi taybetî mamosteyekî bi navê Kenan ji Yozgatê bû, pir li me dixist. Zilam nedigot ev dev e, ev poz e yan jî ev serî ye, ku biketa ber lê dixist. Guhên me kaş dikir, me li ser lingekî dihişt û bi şivê li dest û neynokên me dixist.
Mirov digot qey ev zalim bi taybetî anîne gund ji bo ku li zarokan bixe, bi cî kirine (paşê eşkere bû ku kesên mîna wî ji bo ku zarokên kurdan bikin tirk şandine kurdistanê) ez ê li vê derê nekevim nava mijara kî kê çima şandiye, ji ber ku tê zanîn.

Heke em dîsa werin ser mamoste (!) wî zarokên jîr an jî yên bi dilê xwe li refê pêşîn dida rûniştandin ên ne li gorî dilê wî bûna jî li refên dawî dida rûniştandin. Cihêkariyeke mezin dixiste navbera zarokan. Ez li refê duyemîn rûdiniştim. Li refên dawî çend zarok hebûn ku bi taybetî hevalê Mistefa gelekî lêdan dixwar.

Tê mîra min mamoste Kenan carekî hêrs bû, pêşa çakêtê xwe xiste ber diranên xwe yên mîna kûçikan qalind, zer û rizî qîr kir got: ''Hooo hanzo! Mistooo tu çi diaxivî heywanê kurê heywanan!'' dûre pênûs û jêbir avête serê wî. Mistoyê reben ji tiran kete binê masê.
Rojekê nîvro çend kesên ji gundê Şêx Brahîm bûn (ew gund li jora gundê me ye) birek kerên bibar di gundê me re derbas dikirin. Di barên wan keran de kelem hebûn. Di wê navberê de bêhvedan bû. Em zarokên dibistanê, me da pey wan keran. Ji ber ku di gundê me de ker tune bûn, keran pir bala me dikişand. Heke mirov zarok be, her tişt nedîtebe, tiştên xerîb pir bala mirov dikişîne.

Mamoste Kenan li ber dibistanê dît ku em li pey keran ketine, bû qîrewîra wî û gazî me kir. Dema ku me dengê wî bihîst, me ji tirsan dev ji keran berda û em ber bi wî ve çûn. Îcar ê ku di ber wî re derbas dibû lêdan dixwar.

Dor hate min û ez bi lez di ber wî re derbas bûm. Bi derbasbûna min re wî texteyek li qûna min xist. Di bêrîka şalê min de pênûs, jêbir û vekirox hebû. Min destê xwe da wan ka şikestine yan na. Min ew ji bêrka xwe derxistin, dîtina ku min dît, xwezî min nedîta gişk şiksetibûn. Ez neketibûm derdê lêdanê, lê ez ketibûm derdê pênûs û vekiroxê. Ez wê demê ji ber şikestina wan pir xemgîn bûbûm.

Wekî encam ev nivîs têra vegotina zilma wî mamosteyî nake. Her wiha mamostyên din jî wekî wî bûn. Belkî di nivîseke din de ez ê behsa yên din jî bikim.

Bawer Agirî 


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê