Zerdost 1

A ku li ser mirovahiyê tê ferzkirin tarîtî ye. Tarîtî hemû aliyên mirov ên baş ji holê radike. Ew dibêjin ku yan bawerî yan jî firandina serî. Belê bawerî, lê baweriyeke çawa, ew bawerî dê xizmeta kê bike? Welleh welleh ez ku te bigirim, ez ê gijika serê te rakim tarîtî, ez ê zikê te bidim ber xençera ronahiyê tije qencî bikim, ez ê bikim ku tu wê kîn û zikreşiya xwe vereşî!

Belê, pêxemberê ronahiyê, qasidê qenciyê van peyvên zêrîn ên kêrhatî yên ji bo mirovahiyê wiha rêz dikirin. Di vê navberê de tarîtî jî vala nedisekinî. Wî li her derê navê ronahiyê xera dikir. Agir û ronahî wekî Xweda nîşan didan û digot ku Zerdost  agirperest e, baweriya xwe bi wî neynin! Ew yekî dîn, jirêderketî, şêt û nezan e.
Binêre Wêrdar, di baweriya me de çav jî, dest jî, dil jî, mêjî jî her dem şiyar in û biwêrek in. Nabe ku yek tirsonek, yek jî biwêrek be. Bi gotineke din nabe ku çav tirsonek be, dest mêrxas be. Bavê te çima navê te lê kiriye ''Wêrdar'' tu dizanî? Erê Zerdost. Dema ku ez biçûk bûm, wî ji min re hinekî behsa sedema navê ku li min kiriye, kiribû. Niha zêde nayê bîra min, lê bi qasî ku tê hişê min wiha digot, ''Kurê min, gava tu hê nehatibûyî dinyayê, ez û diya te me xeyalê kurekî jîr, zana û jêhatî dikir. Her wiha me xeyalê keçeke baqil û jêhatî jî dikir. Em bi rojan li navan difikirîn. Me digot heke kurekî me çêbe, em ê navê wî lê bikin Wêrdar; heke keçeke me jî çêbe em ê navê wê lê bikin Zîndar. Di zimanê Medyayê de Wêrdar tê wateya kesê biwêrek, çav-vekirî û şiyar; Zîndar jî tê wateya her tim zindî ye namire û jînê diafirîne.'' Zerdost, wekî ku tu jî dizanî Medyayî gelekî girîngiyê didin navan. Her navek xwedî wateyeke kûr û dûr e. Serpêhatiya navê te xweş e Wêrdar. Ez vê yekê baş dizanim Medyayî mirovên esilzade ne. Tu carî serî li hemberî êrîşan netewandine, lê giyanê wan her ku diçe dikeve bin bandora Bedrû.

Wêrdar, giyanê bindestan ji berê de zîndakirî ye.  Ew dixwazin azad bibin, ew dixwazin derkevin ber ronahiyê, tîyê ronahiyê ne, birçiyê azadiyê ne. Azadî ew tişt e ku mirov bi keda xwe bijî û keda xwe nexe bin xizmeta kedxwar û xwînmijan. Va ye tu Qiral Bedrû dibînî ka çi tîne serê mirovan. Ahûra Mazda ez ji bo wî şandim. Ji bo ku ez dawî bi desthilatdariya wî bînim. Desthilatdarî ji bo tiştekî baş e, ji bo tiştekî jî ne baş e. Heke ji bo qenciyê bê bikaranîn baş e, lê ku ji bo xirabiyê bê bikaranîn ne baş e. Qiral Bedrû û komên li dora wî xerabiyê bi mirovan dikin. Ahûra Mazda ji vê rewşê gelekî aciz e. Ji min re got: ''Biçe paytexta welatê Bedrû. Li wir heta demekê çavdêriyê bike. Bi mirovan re biaxive û rewşa wan baş fêm bike. Paşê ez ê ji te re dema mizgîniya rizgariya giyanên bindest bidim.''
Got: ''Zerdostê min, diranên xwe li hemberî zilmê ji hêrsan hê bêtir biqiriçîne. Ji bo ku êşa niha ji êşa bê mezintir nebe, niha biêşe;  ji bo ku hêsirên niha ji hêsirên bên mezintir nebin, niha bigirî. Li hemberî tarîtiyê tu carî ramanên baş, gotinên baş û kirinên baş texsîr neke. Bila paqijî tim di bîra te de be, lê ev paqijî ne paqijiya qirêjê ye, ev paqijî ya dil e, dilê xwe her dem paqij bihêle; ajalan hez bike, li hemberî wan dilovan be, êrîşî wan neke, îşkenceyê bi wan neke û wan biparêze; ji bo pêşketina kesên bêderfet alîkariya wan bike, çavbirçî nebe, dilê xwe, mêjiyê xwe û giyanê xwe hînî parvekirinê bike. Zikê xwe bi berhemên min, mêjiyê xwe jî bi şîretên min têr bike. Pir bixwîne, têr bixwe û gelekî jî  qenciyan bike. Ez van gotinan ji bo te dibêjim, tu jî biçe ji mirovan re bibêje.''

Bawer Agirî



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê