Çand çi ye?
Belkî mirov nikaribe ji bo çandê pênaseyeke têkûz bike, lê mirov dikare bibêje ku
çand di nava demeke dirêj de hemû nirxên mirovahiyê yên madî û manewî ne.
Ji van nirxên mirovahiyê yên ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe re çand tê gotin. Çand, nasnameya gelekî pêk tîne û wî gelî ji gelên din cuda dike. Her wiha çand şêweyê fikir û jiyana civakê ye jî.

Çand bi gelemperî ji du hêmanan pêk tê
1- Hêmanên ku çanda madî pêk tînin:
Avahî,telefon, hemû cure amûr, cil û berg hwd.
2- Hêmanên ku çanda manewî pêk tînin:
Bawerî, kevneşopî, adet, şêweyên hizirandinê/fikrî hwd.
Di nava hêmanên madî û manewiya çandê de her tim hevbandoriyek heye. Dema ku guhartin di yekê de çêdibe,
bandorê li ser ya din jî dike. Bandora xwezayê yanî şert û mercên cografîk jî
bandora xwe ser çandê dike.

Wekî mînak ferqa çanda gelên ku li herêmên çiyayî dijîn,
ji yên deştên berhemdar/avî dijîn cudatir e.

Taybetmendiyên Çandê
*Çand guherbar e. Yanî her civakek taybemendiyeke xwe ya çandê heye.
*Çand dîrokî ye. Ji paşerojê heta roja meya îro hatiye.
*Çand berhema mirovan e. Mirov hem çandê pêk tînin hem jî bandora çandê
ser mirovan çêdibe.
*Çand ne sabît e. Di nava demê de diguhere. Hêmanên madî hîn zûtir tên guhartin.
Her wiha di her civakê de leza guhartina çandê cuda ye.

Erkên Çandê
Çand, nêzîkatiyên şexsan beralî dike û pergala civakê saz dike.
Ji civakê re dibe nasname. Civakekê ji civakeke din
cuda dike. Hestên piştgirî û yekitiyê pêk tîne ''zanîna em''
derdixe holê û kesayeta civakî pêk tîne. ''Komelayetî''yê derdixe holê.

Destkeftiyên Çandê
Her çi qas endamên civakan û welatên wan neşibin hev jî,
lê mirov di warê biyolojîk de dişibin hev.
Lê belê mirov di warê bawerî, fikir, nêrîn û şêweyên têgihiştinê de ji hev cuda ne.

Ya ku vê cudabûnê derdixe holê di serî de bandora çandî
ya ku mirov tê de dijî ye.
Mirov, çandê bi pêvajoya civakbûnê re bi dest dixin.

Civakbûn (Sosyalîzasyon/Civakîkirin)
Mirov di nava çanda ku tê de dijî de tê dinyayê.
Taybetmendiyên çandê ji dê û bavê xwe, ji derdora xwe,
ji hevalê xwe, ji dibistanê, ji kûçe û dorhêla kar hîn dibe.
Ji vê pêvajoya hînbûnê ya ku mirov heta emrê xwe yê dawî
dijî re ‘’civakbûn’’ tê gotin.

Mirov di nava pêvajoya civakbûnê de dijî û dibe
endamekî/ê wê civakê. Ji şêweyê têgihiştina bûyeran bigire
heta lixwekirina cil û bergan, ji şêweyê fikirandinê bigire
heta şêweyê nêzîkatiyê û di her mijarê de
bandora çandê ser mirovan çêdibe.
Pêvajoya civakbûnê heman kesên di nava civakê de dijîn, dişibîne hev.
Lê her çi qas mirov di nava heman cihê çandî de bijîn jî,
ji ber ku taybetmendiyên her mirovan yên afrînerî cuda ye,
kesayeta wan jî ne wekî hev e.

Werger: Bawer Agirî
Yorumlar
Yorum Gönder