Bernameya îllustratorê

Adobe îllustrator wekî bernameya şêwekariyê di cîhanê de, di rêza yekemîn de cihê xwe digire. Cara yekemîn di 19ê adara sala 1987an de hatiye bikaranîn. Mirov dikare bibêje ku ev nêzî 30 salan e tê bikaranîn. Yek ji taybetmendiyên îllustratorê jî vektorî ye. Ji bo xêzkirin û sêwirandinê bêqusûr e. Ev bernameya bêhempa karîgeriya xwe ji nivîsbariya wê ya baş digire. Dema ku mirov lê dinêre, hem ji aliyê taybetmendiyên xwe ve, hem jî ji aliyê derfetên cur b i cu ên ku dide bikarhênerên xwe ve gelekî pêşketî ye. Illustratorê di qada bazirganiyê de cihekî berfireh girtiye û derfet dide ku mirov sepanên grafîkê yên vektorî, çap, malper, vîdyo, ji bo mobîlan logo, sembol, xêzkirin û cureyên tîpografîk pêk bîne. Mirov dikare bi kurtasî taybetmendiyên îllustratorê di bin van serenavan de kom bike: 1- Qada destpêkê ya xebatê 2- Pêkanîna belgeyeke nû 3- Tomarkirina belgeyekê û bi rêyeke kurt cardin gihîştina wê 4- Kontrolkirina pace û panelan 5- Der barê dîmenderê de agahî 6- Birê...