Bernameya îllustratorê

Adobe îllustrator wekî bernameya şêwekariyê di cîhanê de, di rêza yekemîn de cihê xwe digire. Cara yekemîn di 19ê adara sala 1987an de hatiye bikaranîn. Mirov dikare bibêje ku ev nêzî 30 salan e tê bikaranîn. Yek ji taybetmendiyên îllustratorê jî vektorî ye. Ji bo xêzkirin û sêwirandinê bêqusûr e. Ev bernameya bêhempa karîgeriya xwe ji nivîsbariya wê ya baş digire. Dema ku mirov lê dinêre, hem ji aliyê taybetmendiyên xwe ve, hem jî ji aliyê derfetên cur bi cu ên ku dide bikarhênerên xwe ve gelekî pêşketî ye. Illustratorê di qada bazirganiyê de cihekî berfireh girtiye û derfet dide ku mirov sepanên grafîkê yên vektorî, çap, malper, vîdyo, ji bo mobîlan logo, sembol, xêzkirin û cureyên tîpografîk pêk bîne.
Mirov dikare bi kurtasî taybetmendiyên îllustratorê di bin van serenavan de kom bike:
1- Qada destpêkê ya xebatê
2- Pêkanîna belgeyeke nû
3- Tomarkirina belgeyekê û bi rêyeke kurt cardin gihîştina wê
4- Kontrolkirina pace û panelan
5- Der barê dîmenderê de agahî
6- Birêvebirina amûrên ragîhandinê
7- Geroka wê
Ji bilî van taybetmendiyan hin taybetmendiyên din jî hene ku mirov dikare wan jî wiha bibêje: Type Tool, amûra nivîsandinê ye. Di bin vî serenavî de cureyên nivîsandinê, reng, firehkirin an jî tengkirina nivîsan, teşedayîn, meznkirin an jî biçûkkirina nivîsan. Rectangle Tool, di bin vî navî de jî hinek amûrên wekî hêkanî(alîps), cure û şêweyên stêrkan û hwd hene. Eraser Tool, di vê beşê de jî jêbir, meqes û birek hene. Line sagment Tool, di vir de jî xêza rast, xêza mîna kevanê û hinek cureyên xêzan hene. Pen Tool, di bin vî navî de jî amûrên pênûsan hene. Yanê cureyên pênûsan. Mirov dikare bi van pênûsan xêzên cur bi cur pêk bîne û bi rengên cuda birengîne yan jî li gorî xwestekên mirovan mirov dikare obje û grafîkên xweşik xêz bike.
Her wiha li jora bernameyê bişkokên mîna File/Dosye, di vê beşê de vekirina belgeyeke nû, gazîkirina belgeyekê ji bo hundir, tomarkirin û cureyên tomarkirinê wekî belgeya îllustratorê û PDFê tomar dikin hene. Edit/Sererastkirin, Object/Bireser, Select/Hilbijartin, Effect/Efekt, View/Dîtinî, Window/Pace, Help/Alîkarî jî hinek mîhengên wê yên din in. Di beşa panelan de jî Layers/Tebeqe, Symbols/Cureyên Sembolan, Stroke/Daketin an jî qalindkirina goşeyan, qutiya rengan û hinek amûrên din hene.
Bawer Agirî

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê