Rayeka Lêkeran Çawa Tê Bidestxistin?
  Lêker, bûyerekê, tevgerekê yan jî qewimînekê nîşanî me didin. Li cihê ku kar û tevgerek hebe, teqez li wir lêker jî heye. Lêkerên ku nehatine kişandin gişk navdêr in û mê ne. Her wiha rader in jî. Di kurmanacî de du rayek hene; rayeka dema niha, rayeka dema borî. Raderên kurmancî du heb in; /-n/ û /-in/ in.     Em pêşî wekî mînak lêkera girtin  hildin dest. Ev lêker   gerguhêz e û niha di rewşa raderê de ye. Yanî nehatiye kişandin. Heke em radera /in/ ê jê bavêjin girt  li rastê dimîne. Ev jî rayeka dema borî ye. Lê heke em bixwazin rayeka wê ya dema niha bi dest bixin, îcar em ê tîpa /t/ yê   ji rayeka dema borî bavêjin. Îcar jî li ber destê me gir dimîne. Ev jî dibe rayeka dema niha . Em dîsa her du rayekan rêz bikin bibînin ka çawa ne.   girt ( rayeka dema borî)    gir ( rayeka dema niha)   Divê em bi bîr bixin ku rêbaza bidestxistina rayekan ji bo lêkerên gerguhêz û negerguhêz eynî ye. Lê di hinek lêkeran de di dema niha de guherîna dengan diqewime. Her wekî pelaxt ...