Navê Min Çi ye?

Min berî niha jî behsa girîngiya zimên kiribû û li ser vê yekê nivîsek nivîsî bû. Ez niha jî dixwazim balê bikêşim ser ziman û bi kurtasî çend gotinan bibêjim. Her wekî min berê jî gotibû ziman hêmana bingehîn a ragihandinê ye. Mirov bi rêya ziman fikir, hest û ramanên xwe tîne ziman û têkiliyan bi hev re datîne. Ziman pira di navbera paşeroj û pêşerojê de ye. Bêyî ziman têkiliya mirovan ne mimkun e bi rêk û pêk pêk were. Ziman endamên civakekê bi hev ve girêdide û di navberê de dibe navgîna sereke.

Niha kî dikare bêyî axaftinê yan jî nivîsandinê pênaseya atomê bike? Yan jî kî dikare bêyî axaftinê bîrkariyê bi mirovan bide fêmkirin? Bêguman ev ne mimkun e. A li vê derê em pê dihisin ku ziman,  axaftin, xwendin û nivîsandin çi qas girîng in. Hemû gelê cîhanê bi vê rastiyê hisiyane, loma jî her sal butçeyeke pir mezin ji bo perwerdehiyê vediqetînin. Elbet em niha bi vî şiklê xwe û rewşa xwe ya heyî nikarin pereyekî pir mezin ji bo perwerdehiyê veqetînin, lê gelo em ji bo perwerdehiyeke biçûk jî nikarin pereyekî hindik veqetînin!?

Bila ev pirs û baneşana me li vir bimîne belkî hin kes lê difikirin û ez jî nivîsa xwe berdewam bikim. Me got ku bêyî ziman pêşketin ne mimkun e. Dema ku ziman neyê parastin pir belawela dibe, perçe perçe dibe, navê tiştekî li gorî herêm, bajêr heta gundekî jî tê guhartin. Her kes li gorî xwe û rewşa xwezayê yan jî dervî rewşa xwezayê navekî li tiştekî dike.  Bo nimûne, min li ser tora civakî pirseke wiha dît, ''Navê vê bi tirkî ''sapan'' e, lê bi kurdî çi ye?'' Ji bo vê pirsê bi dehan bersiv hetine dayîn. Her herêmek, her bajarek, her gundek navek lê kirine. Ev nav û herêm û bajêr jî wiha ne:

Bertifk, qosk (Dihok)
Fiçeq (koçer dibêjin)
Qewzik (Nisêbîn)
Çetel (Mêrdîn)
Qişt (Doskî dibêjin)
Paqosk (Kerboran)
Çetik (Kobanê)
Heçkan (Urmiye)
Çetelastîk (Amed)
Lastîka çûçikan (Amed)
Berqosk (Cizîr)
Çekon (Selmas)
Darlastîk (Qismek başûrî dibêjin)
Çotik (Elbîstan)
Tîrkevan (Bazîd)

Hin kes zêdebûna navan wekî dewlemendî dibînin, lê bi rastî jî ne wisa ye. Ji bo her tiştekî bi dehan nav nayên lêkirin. Heke wisa be ne ferheng ne jî pirtûk têra wî zimanî dikin û mirov ê nikaribin daxwazên xwe ji hin kesên din re rave bikin. Ev rewşa kambax ne ku dewlemendiya ziman nîşan dide berevajî perçebûn, bêderfetbûn û bêpergalbûna wî zimanî nîşan dide. Mixabin rayedarên kurdan zêde girîngiyê nadin yekîtî û standartkirina zimanê kurdî.

Em li vê derê careke din bangî sazî û dezgehên zimanê kurdî dikin ku divê demek berî demekê kar û xebatên li ser zimanê kurdî zêdetir û berfirehtir bikin da ku kurdî ji vê rewşa guneh û perîşan xilas bibe û di nava zimanên cîhanê de cihê xwe yê asayî bigire.

Bawer Agirî
25.03.2018



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê