Hînkarî / Egzersîz


Ji bo ku peyv bi awayekî xweşik, zelal û herikbar ji devê mirov derkeve divê egzersîz bê kirin. Gelek bêjer, stranbêj, şanoger û rêveber egzersiza henaseyê û tîpan dikin. Heke em jî rojê çend caran tîpên dengdêr bi yên dengdar re bideng bi lêv bikin û her roj dubare bikin, piştî demekê em ê di axaftina xwe de guhertineke mezin bibînin. Her wiha divê em hînî awayê derxistina dengan yanî tîpan jî bibin. Lê di vir de bikaranîna henaseyê jî girîng e. Divê em henaseyeke rast bidin û bistînin. Ji bo vê henaseya diyaframê tê tercîhkirin.  Bo nimûne, tîpa ‘’o’’ tîpeke dengdêr e. Bi tena serê xwe tê bilêvkirin. Divê em awayê derketina wê zanibin. Tîpa ‘’o’’ ji şikefta dev bi tena serê xwe derdikeve. Ji bo derxistina vî dengî mirov devê xwe kêmekî ji hev vedike, kêlekên lêvan datîne ser hev, lêvan bi pêş de dibe, lê ne ber bi jêr ve, rasterast û dûre ji şikefta dev dengê ‘’o’’ derdixe. 
Gelek kes dengê ‘’o’’ bi devê girtî bi lêv dikin ango lêvên wan ser hev in, bi lêv dikin. Ev awayê derxitina vî dengî çewt e.  Di vir de bikaranîna lêvan gelekî girîng e. Dema ku em diaxivin divê em lêvên xwe bilivînin, bi kar bînin û hewl bidin ku dengan rast derxin. Mesela gelek kes nizanin dengên ‘’b’’, ‘’p’’ û ‘’m’’yê ji heman jêderkê derdikevin. Dema ku mirov awayê derketina tîpan zanibe, mirovê bikaribe xweş û rast biaxive.
Dengên li jêrê rêza yekemîn bi dengdar û dengdêrekê, rêza duyemîn jî bi du dengdaran û dengdêrekê pêk hatiye. Ji bilî vê rêbazê mirov dikare rêbazên din jî bi kar bîne, nivîsên birêkûpêk bixwîne û li bêjeran temaşe û guhdarî bike. Berî her tiştî divê em alfabeya xwe nas bikin û hemû dengan yek bi yek lêkolîn bikin. Kîjan deng bi çi awayî, ji ku û çawa derdikeve divê em zanibin.
Di alfabeya kurdî de 31 tîp hene. 23 tîp dengdar, 8 tîp jî dengdêr in.

Tîpên girdek(mezin):  A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z

Tîpên hurdek(biçûk) a b c ç  d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z

Tîpên dengdar
b c ç d f g h j k l m n p q r s ş t v w x y z.
Tîpên dengdêr
a e ê i î o u û
ba be bê bi bî bo bu bû
bab beb bêb bib bîb bob bub bûb
ca ce cê ci cî co cu cû
cac cec cêc cic cîc coc cuc cûc
ça çe çê çi çî ço çu çû
çaç çeç çêç çiç çîç çoç çuç çûç
da de dê di dî do du dûd
dad ded dêd did dîd dod dud dûd
fa fe fê fi fî fo fu fû
faf fef fêf fif fîf fof fuf fûf
ga ge gê gi gî go gu gû
gag geg gêg gig gîg gog gug gûg
ha he hê hi hî ho hu hû
hah heh hêh hih hîh hoh huh hûh
ja je jê ji jî jo ju jû
jaj jej jêj jij jîj joj juj jûj
ka ke kê ki kî ko ku kû
kak kek kêk kik kîk kok kuk kûk
la le lê li lî lo lu lû
lal lel lêl lil lîl lol lul lûl
ma me mê mi mî mo mu mû
mam mem mêm mim mîm mom mum mûm
na ne nê ni nî no nu nû
nan nen nên nin nîn non nun nûn
pa pe pê pi pî po pu pû
pap pep pêp pip pîp pop pup pûp
qa qe qê qi qî qo qu qû
qaq qeq qêq qiq qîq qoq quq qûq
ra re rê ri rî ro ru rû
rar rer rêr rir rîr ror rur rûr
sa se sê si sî so su sû
sas ses sês sis sîs sos sus sûs
şa şe şê şi şî şo şu şû
şaş şeş şêş şiş şîş şoş şuş şûş
ta te tê ti tî to tu tû
tat tet têt tit tît tot tut tût
va ve vê vi vî vo vu vû
vav vev vêv viv vîv vov vuv vûv
wa we wê wi wî wo wu wû
waw wew wêw wiw wîw wow wuw wûw
xa xe xê xi xî xo xu xû
xax xex xêx xix xîx xux xûx
ya ye yê yi yî yo yu yû
yay yey yêy yiy yîy yoy yuy yûy
za ze zê zi zî zo zu zû
zaz zez zêz ziz zîz zoz zuz zûz


Bawer Agirî



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê