Kîjan form ji bo daçekan rast e?
Di kurmancî da yek ji
wan mijarên girîng jî daçek in. Em daçekan di jiyana xwe ya rojane da gelekî bi
kar tînin. Pêşdaçekên xwerû ‘’li’’, ‘’bi’’, ‘’ji’’ û ‘’di’’ ne. Paşdaçek jî ‘’da’’,
‘’ra’’, ‘’va’’ ne. Dema ku dibin bazinedaçek bi vî awayî dibin: “bi… da”,
“bi…ra”, bi…va”, “di…da”, “di…ra”, “ji…da”, “ji…ra” û “ji… va”… Daçek bi tena
serê xwe ne xwediyê tu wateyê ne, lê belê bêyî wan jî mirov nikare hevokan saz
bike. Daçek erkên mîna pozîsyon, mayîn, pêrpêbûn, jêderketin, şibandin û mêjerê
hildidin ser milên xwe.Loma jî di kurmancî de gelekî girîng in. Her wiha
daçek ji bo çêkirina lêkeran jî gelekî girîng in.
Danerê alfabeya kurdî Mîr
Celadet Bedirxan dema ku alafabeya kurdî çêdike guh nade piraniya kurdan her
wiha wêje û folklora kurdan jî. Wî li gorî awayê herêma xwe şûna dengê dawiya
daçekan ‘’a’’ kiriye ‘’e’’. Bi vî awayî daçek ji forma resen derxistiye kiriye bi
vî awayî: “bi…de”,
“bi…re”, “bi…ve”, “di…de”, “di…re”, “ji…de”, “ji…re” û “ji…ve”…
Tê gotin ku ji ber forma
''de'', ''re'', ''ve'' hîn hêsantir tê bilêvkirin, loma wisa kiriye. Ez bi xwe
di bilêvkirinê da wekî ''de'', ''re'', ''ve'' bi lêv nakim. Ez bawer im piraniya
kurdan jî nikarin wisa bi lêv bikin. Mamosteyên zimanê kurdî jî nikarin wisa bi
lêv bikin. Nexwe divê em forma rast bi kar bînin: ''da'', ''ra'',
''va''...
Lê
rastiyeke wiha jî heye ku êdî em hînî nivîsandina ''de'', ''re'', ''ve''yê
bûne. Ji bo ku em hînî nivîsandina forma resen bibin hinekî wext lazim e. Ji bo
ku em forma resen bi kar bînin û bixin zimanê nivîskî, divê pêşî em binivîsin.
Jixwe zimanzanên me biryara bikaranîna forma resen hema bibêje dane. Îcar
nivîsandina wan jî di destê me da ye.
Bawer Agirî
Bawer Agirî
Yorumlar
Yorum Gönder