Tahm Tahma Çemçikê ye

Malxoyê malekê êvarê kefçiyê xwe ji legana şorbeya nîskan dagirtiye û kiriye devê xwe. Dîtiye ku tama wê gelekî xweş e. Qîriyaye û weha gotiye:
” Oxxx, ev şorbe çi qas xweş e!”
Bûka wî gotiye: ”Min pehtiye.”
Mêrik bi peyva bûka xwe razî nebûye, gotiye: ”Naaaa, ev tahma xweş ne ji pehtinê ye.”
Dota wî ya mezin gotiye: ”Min rûn avêtiyê.”
Mêrik bi peyva dota xwe dilbicî nebûye, gotiye: ”Naaaa, ev tahma xweş ne ji rûn e.”
Dota wî ya navîn gotiye: ”Min xwê avêtiyê.”
Mêrik bi peyva dota xwe jî qebûl nekiriye, gotiye: ”Naaaa, ev tahma xweş ne ji xwê ye jî.”
Dota wî ya biçûk gotiye: ”Min îsot avêtiyê.”
Mêrik guh nedaye dota xwe ya biçûk jî, gotiye: ”Naaaa, ev tahma xweş ne ji îsotê ye jî.”
Jina wî gotiye: ” Dema ku şorbe di beroşê de dikeliya, min bi çemçikê ew li hev xist û tev da.
Hingê merik bi kêf gotiye: ”Hah, ji ber wê tevdanê ye ku şorbe ew qas xweş bûye!
Nexwe ev tahma xweş tahma çemçikê ye.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê