Mih û Gur

Rojekê bihar bû, erd kesk, esman şîn bû. Şivanekî keriyê pezê xwe berdabû nav zeviyekê. Mihek ji kerî veqetiyabû û bi serê xwe diçêriya.
Piştî demekê mihê li dora xwe temaşe kir, dît ku ji hevalên xwe gelek dûr ketiye. Mih vegeriya ku here cem hevalên xwe, lê gurekî wekî kerekî bi dizîka hat û xwe avête mihê û wê girt. Mih ji gur re got:
-Birayê gur, berî ku tu min bixwi, daxwaziyeke min ji te heye.
Gur got:
-Kerem ke bibêje ka çi ye?
Mihê got:
-Ez dixwazim tu ji min re straneke melûl melûl bibêjî paşê min bixwî.
Gur got:
-Bila be, serçavan.
Gur dest bi strana xwe kir:
-Ûûûûû... ûûûûûûû...
Bi dengê strana gur kûçikên şivanan hatin û dora gur girtin. Gur dît ku kûçikan dora wî girtiye, ji xwe re got: ‘'Erê lo, ma bavê min stran gotine, ma kalê min stran gotine, heta ku ez bibêjim!’'
Gur gelek lavayî ji kûçikan kir ji bo ku wî bibexşinin. Lê kûçikan guh neda lavayên gur û wî xeniqandin.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê