Daçekên Agahdariyê (der barê…de / der heqê...de)

Dema ku mirov bixwaze fikirê yekî der barê tiştekî de hîn bibe, mirov bi daçekên agahdariyê hîn dibe. Her wiha mirov bi xwe jî dikare fikirê xwe bi van daçekan bîne ziman.

Heke di hevokê de ''der barê'' yan jî ''der heqê'' hebe, pêşdaçeka ''di…'' nayê nivîsandin, bi tenê paşdaçeka ‘’…de’’ tê nivîsandin. Her wekî ''der barê…de/der heqê…de''.

Mînak:

Tu der heqê vê mijarê de çi difikirî?
Der barê mijara duh de raporekê binivîse.
Min duh di civînê de der heqê xwendekaran de nêrîna xwe anî ziman.
Der barê tenduristiyê de gelek agahî hatine bidestxistin.
Heke tu der heqêde tiştekî nebêjî nabe.
Serokwezîr îro der barê aboriyê de 45 deqe axivî.
Kî dizane ew niha der heqê min de çi difikre.

Bawer Agirî






Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê