Pûtperestî - Pûtneperestî

Pûtperestî - Pûtneperestî

Hin olperestên ku kromozomên wan çil û pênc in (di biyolojiyê de heke kromozomên mirovan ji 46'an kêmtir an jî zêdetir bin ew wekî kêmaqil tên hesibadin) peykerê Ehmedê Xanî yan jî peykerên kesayetên girîng wekî pût bi nav dikin. Ka em li wateya pûtê binêrin bê ka pûtperestî çi ye pûtneperestî çi ye.

Di civakên pêşîn ên hoveber de wisa dihat bawerkirin ku di hin mirovan de hêza dervî asayî, hêza efsûnî ya Xwedayî heye. Ji ber vê yekê jî wan ew wekî Xweda didîtin û dihebandin. Mirovên hoveber bi baweriya feydeya peykerê dê bigêje wan bi texte, herî yan jî bi keviran peykerên mirovan (qiralan) çêdikirin. Her wiha ji bo ku wan bi bîr bînin, rêz û hurmetên xwe pêşkêşî wan bikin û sûdê ji wan werbigirin peykerên wan çêdikirin.

Wekî tê zanîn di civakên hoveber de peyker/pût bi awayekî negatîf hatiye bikaranîn. Di demên berê de mirovan mirov dixistin şûna Xwedê û bawerî bi wan dianîn. Ev peykerê li jêr xanedana firewn temsîl dike. Peyva ''firewn''  di dema Misirê ya kevn de (2400 sal b.z.)  dihat wateya xanedanê. Li gorî mîtolojiya misiriyan firewn hem qiral e hem jî kurê Xwedê ye û temsîlkarê Xwedê yê ser rûyê erdê ye. Li gorî mîtolojiya misiriyan qiralê yekemîn Xwedayê erdê Geb e. Piştî wî kurê wî Ozîrîs Misirê bi rê ve dibe. Piştî kuştina Ozîrîs xanedan (firewn) kurê wî yê Xewedayê asmanî Horûs tîne ser text. Çîrok bi vî awayî dirêj dibe û diçe.

Mirov dikare bibêje ku piştî mîladê heta niha peykerên ku bi mebesta Xwedê were çêkirin, alîkarî jê bê xwestin, spasî an jî rêzgirtin bê pêşkeşkirin, nayê qebûlkirin. Jixwe piştî pêşketina çandinî, bajarvanî û pîşesaziyê pûtperestî an jî peykerperestî bi temamî ji holê rabû. Çi gava ku mirovan jiyana berê ji xwe re kirin tecrûbe, mêjî bi pêş ket, bi pêşketina mêjî mirov êdî dikarin bipirsin, darizînin, rexne bikin dev ji pûtperestiyê berdan. A rastî xanedanên paşverû piştî pêşketina hişmendiya mirovan nekarîbûn peykerên xwe bi gel bidin çêkirin û qebûlkirin.

Di civakên nûjen de tu kes bi mebesta ku ew Xwedê ye peykeran çênakin. Lê di civaka îslamî û hin civakên din de ji tirbên alim, şêx û pêxemberan alîkarî tê xwestin. Ev yek pûtperestî ye.

Di roja me ya îro de bi mebesta zanyar, ronakbîr, rêber û serokan bi bîr bînin peykerên wan tên çêkirin. Bi baweriya min ev nêzîkatiyeke rast e û ne pûtperestî ye. Çimkî serok û rêber, zanyar û mezinên civakan her tim di dil û mejiyê wan de dijîn.

Peyker şêweyê wêneyê ye ku bi destên peykersazan, bi awayekî hunerî û hostetî derdixin holê. Aniha li her derê cîhanê, li her welatî peykerên rêber, zanyar, şexsiyetên girîng û peykerên heywanan hene. Dema ku mirov dibêje Arîsto an jî peykerê wî dibîne zanyariyên wekî asmannasî, felsefe, mantiq, siyaset û biyolojî (jiyannasî) tê bîra mirov. Dema ku mirov navê Einstein (Aynştayn) dibihîse fîzîknasî tê bîra mirov. Dema ku mirov navê Ehmedê Xanî dibihîse anku peykerê wî dibîne dewletxwestin, eşq, Mem û Zîn û pêşketin tê bîra mirov.

Wekî encam di roja me ya îro de tu kes bi mesta ku ew Xwedê ye peykerê wî nayê çêkirin û alîkarî jê nayê xwestin. Di civakên modern de peykerên kesayetên ku zanîn dane gel, civak ronî kirine, ên rêbertî ji gelê bindet re kirine tên çêkirin.

Bawer Agirî

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê