Şeş Tîpên Kurdî

Ev tîpên li jêr ne ji rêzê ne. Baş bala xwe bidinê sê dengdêr (ê, î, û) sisê jî dengdar (q, w, x) in. Ev tîpên bedew û rengîn çend hezar sal e jiyana bav û kalên me xemilandine, hê jî dixemilînin. Bav û kalên me bi van tîpan xewn û xeyalên xwe, êş û kêfxweşiyên xwe anîne ziman. Bi van dengan gazî hev kirine, bi van dengan jev hez kirine.
Ev şeş tîpên bedew rastî gelekî êrîşan hatine. Hatine qedexekirin û wek ji ne ji tîpan in hatine hesibandin... Ji bo van tîpan gelek can û cananan canê xwe dane. Her wiha gelek keç û xort, kal û pîran jî mirazê xwe pê şa kirine. Gava dibêjin ''Ez û tu'' pileya hezê ji erdê ta asmana bilind dibe. Yan jî bi gotina ''Îşev were xewna min'' sarincên çolan jixweber tijî ava sar dike. Heke tîpa ''î' nebûya ''îşev'' ê çawa bihata gotin. Her wisa tîpên din... Ê, w, q, x... Û yên din...
Ev şeş tîp delalên ber dilên me ne. Em tu carî wan bernadin.
Bawer AgirÎ

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê