Tu Çi Qas Şîrîn î Zimano!

Axx tu çi qas şîrîn î zimano!
Ew qertafên te yên ji navdêr û rengdêran cuda dibin,
min sermest dikin.
Daçekên te, cînavkên te, hekaniya te,
bilaniya te mirov dibilbilîne.
Ez ê behsa kîjan taybetmendiya te bikim nizanim.
Dema tu têyî bîra min
tenê gotinek dinehwire li ser lêvên min
‘’mmm çi xweşik î’’
Axx ew lêkerên te yên xwerû,
pêkhatî û hevedudanî wek tasek ava sar a zozana ye.
Ew demên te, têdayî, dûdar, çîrokî û bê ya nêzîk,
dike ku ez ji hemû deman ewk bibim.
Avaniya tebatî, lebatî jî bi ser de tebata mirov tîne.
Ez dikim bibim çîrokiya dema niha. Yanî berdest.
Ez dikim bibim cînavka girêkî ya dibe pira navbera eşqê.
De carekî min hemêz bi ravekên rêzîn.
Min bibe çiyayê Agiriyê bigerîne bi gerguhêz û veguhêzê.
Li Botanê silavekê bide Mîrê Mîran Bedirxan...
Bawer Agirî




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê