Lîza Xanim


Navê vê xatûna dildar ku wekî gewhereke şev çirayî di wêjeya Kurdî de diteyîse. Lîza Xanim, ji ber ku ji malbata wê re Cafê ciwanro tê gotin, heman navmalbat li dawiya navê wêjevana me jî tê bikaranîn û dibe Lîza Xanima Caf. Lîza Xanim di sedsala pêncama koçî de jiyaye. Ew eslê xwe ji bajarê Şarezûrê ye. Lê belê demek dirêj li Loristanê jiyana xwe domandiye. Di pirtûka Serencamê de jî tê gotin ku Lîza Xanima Caf yek ji alîgirên Şa Xweşîn tê jimartin. Ji Lîza Xanimê hinek helbestên du malik li cih mane û gelekê xweş û balkêş in. Lîza Xanim di lêdana tembûrê de jî şareza û hotsa bû. Wê helbestên bi awaz û bi lêdana tembûrê, li camêrxane û dîwanxanan de digot.

Mînak ji dumalikên Lîza Xanimê

Heyder seraf Heyder seraf
Çendî ne Eyne bîm ne gêc taf

Îsa mewçan penem kiçe caf
Qebale marî ne taş mefaf

Wate: Ey heyderê gewher nas, demekê ez di eynêyê de bûm. Ez di nava gêjîtiya tavgeha wê avahiyê de dijiyam. Niha ji min re dibêjin ey keça Caf, dibêjin tu kodeya sir û razan a yarî ku di nava çiyayê Mesaf de ye bînî, da tu bibî razdara rêbaza yariyan.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê