Wekî şevê

Wekî şevê
bi min re be
heta sibe
reş,reş min
mêze bike
wekî çavên
xwe
mîna şevê
min veşêre
bi rengê
çavên xwe
bila kes nebêje
şev
xirabe
erjeng e
tenê ye
bêdeng e
şev
wekî te
wekî min e
bext reş e
şev
tenêtiye li bajarê
bêkesan
şev
vedişêre birînên
bi êş û
nalîna dilê
evîndaran…


Bawer Agirî

Bitikîne û guhdarî bike:http://youtu.be/TX9LLlmvftU

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê