Tu Bibe Baran

Tu bibe baran
ez bibim ax
bibare ser erdê min
şil bike warê min
tu bibe roj
ez bibim tarî
ronî bike roja min
şa bike dilê min
tu bibe jîn
ez bibim vejîn
em hevdu bijînin
tu bibe av
ez bibim bendav
em can têkin nava can
tu bibe gul
ez bibim bilbil
her roj ez te bêhn bikim
tu bibe berfîn
ez bibim berf
her sal di dilê min de
bibişkive
tu bibe xezal
ez bibim nêçîrvan
her dem li pey te bigerim...


Bawer Agirî
5.03.2013

Bitikîne û guhdarî bike:https://www.youtube.com/watch?v=Tw5QV_TKzPU

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê