Dema ku pileya bêriyê derkeve asta herî jor û mirov hew bikaribe kontrolê bi dest bixe, bi çi awayî dibe bila bibe, mirov ji bo agirê hesretê vemirîne, berê xwe dide bendewarê xwe. Belê bendewar. Ew bendewarê xweşik û delal, nazik û nazenîn e. Warê me, evîna me, landika me ye. Ew cihê bav û kalên me ye. Kela jînê ye. Erê, daxwaza me ya çûna Agiriyê ji ber vê yekê bû: ‘’Bêrî’’… Ez, diya min û birayê min me amdekariya çûna Agiriyê dikir. Berî çûnê heyecaneke mezin bi me re hebû. Ev ne tenê cara yekem an jî duyem bû em ê biçûna. Em gelek caran çûbûn. Lê belê ev çûna me ya nû ji yên din cûdatir bû. Ji ber ku em ê îcar yekser neçûna gundê xwe, em ê biçûna Bazîda rengîn. Cihê ku Mem û zîn bûbûn destan, cihê xewn û xeyalên Xanî Baba, cihê ku bazên çiya bi mêrxasiyeke mezin di hemêza çiyan de hêlînên berxwedanê çêkirine. Ev gişt coşeke mezin dida me. Me amdekariya xwe xilas kiribû. Roja me hat û em çûn otogarê. Saet deh û nîv bû. Hereketa saeta otobusa ku em lê siwar bibûna 11:00 bû. H...