Bîranînek Ji Bo Min Dê Qet Neyê Jibîrkirin

Dema ku pileya bêriyê derkeve asta herî jor û mirov hew bikaribe kontrolê bi dest bixe, bi çi awayî dibe bila bibe, mirov ji bo agirê hesretê vemirîne, berê xwe dide bendewarê xwe. Belê bendewar. Ew bendewarê xweşik û delal, nazik û nazenîn e. Warê me, evîna me, landika me ye. Ew cihê bav û kalên me ye. Kela jînê ye.
Erê, daxwaza me ya çûna Agiriyê ji ber vê yekê bû: ‘’Bêrî’’…
Ez, diya min û birayê min me amdekariya çûna Agiriyê dikir. Berî çûnê heyecaneke mezin bi me re hebû. Ev ne tenê cara yekem an jî duyem bû em ê biçûna. Em gelek caran çûbûn. Lê belê ev çûna me ya nû ji yên din cûdatir bû. Ji ber ku em ê îcar yekser neçûna gundê xwe, em ê biçûna Bazîda rengîn. Cihê ku Mem û zîn bûbûn destan, cihê xewn û xeyalên Xanî Baba, cihê ku bazên çiya bi mêrxasiyeke mezin di hemêza çiyan de hêlînên berxwedanê çêkirine. Ev gişt coşeke mezin dida me.
Me amdekariya xwe xilas kiribû. Roja me hat û em çûn otogarê. Saet deh û nîv bû. Hereketa saeta otobusa ku em lê siwar bibûna 11:00 bû. Hê nîv saet mabû ku em bi rê bikevin. Havîn bû. Germ bû. Tîrêjên rojê berê xwe tam dabûn otogarê. Dema ku mirov li asman dinêrî digot qey ew jî şa dibe. Ew qas xweşik û sayî bû. Hemû ewran koçî bajarekî din kiribû. Ez ji alîkî ve li saetê dinêrim, ji alîkî ve jî herketên karkerên li pêşiya fîrmayan. Qîreqîra wan bû. Bûrsa, Adana, Îskenderûn, Agirî, Diyarbakir û hwd. Pêşiya mirovan digirtin û digotin, ‘’Abê tu yê biçî ku derê, em bibin alîkar.’’
Bêsebiriyê dîsa berê min da saetê. Min li saetê nêrî yanzdeh kêm deh deqe bû. Di wê navberê de şofêr li hundir, alîkarê wî jî li devre gazî rêwiyan dikir. Ji bo ku çentên xwe bavêjin bagajê. Me çêntên xwe avêtên bagajê û me fîşên xwe stendin. Dûre em ketin hundir. Diya min û birayê min li cem hev, ez jî li qoltixeke din rûniştim. Piştî ku her kes li cihê xwe rûnişt, otobusê hêdî hêdî hereket kir û ji otogarê derket. Min di dilê xwe de got êdî em diçin û min oxek kişand.
Êdî bûbû piştî nîvro. Şofêr navberek dayê. Em li rawestgehekê sekinîn û me pêdiviyên xwe dîtin. Piştre anons hat kirin û em li ostobusê siwar bûn. Bi vî awayî em heta sibê çend caran sekinîn. Her cara ku şofêr navber dida, em bêhtir nêzî Bazîda rengîn dibûn. Her ku diçû Xanî Baba nêzîk, hesret jî dûr diçû. Xwedêyo, her tişt xweş e, lê rêwitiya bi otobusê qet ne xweş e. Ez şev heta sibê di otobusê de canbêzarî bûm. Ji ber dengê otobusê guhên min ker bûbûn. Diranên min pûç û laşê min sist bûbû. Her wisa ev rewş hatibû serê diya min û birayê min jî. Lê em çi bikin divê me ev zehmetî dîtiba. Pêşiyên me vala vala negotine ‘’Mirov bi xweziya nagihêje baqê keziya’’. Ji bo armancekê divê mirov fedekariyê bike.
Min di serî de gotbû, ya ku me dikişande cem xwe bêrî, hez û hesret bû. Mirov ji bo hezkiriya xwe dikare peya li cîhanê bigere. Qey em şevekê aciz bûne pir e?
Min çavên xwe vekirin û min lê nihêrî bûye sibe. Her der ronkahî û hêşnahî bû. Çiya li pey hev rêz dibûn. Em ji yekî derbas dibûn ê din rê dida me. Mirov digot qey destên xwe ji mirov re ba dikin, wekî ku bibêjin hûn bi xêr hatine. Wekî ku bibêjin kerem bikin bibin mêvan. Piştre bajar, gund, zevî, bostan û mêrg dihatin. Her yekî pêşwaziyeke cuda dikir. Mirov nebe aşiqê axeke wiha dê bibe aşiqê çi?
Dema ku em gihaştin Erziromê, ez gelekî hestiyar bûm. Axeke ew qas dewlemend û pîroz çawa dibe ku bê dar û daristan bibe ? Ev yek xemginiyeke mezin dida min. Xwedêyo, kurdistana min a bedew çima wisa ripîrût hiştine! Çawa dibe ku dar û daristanan, yar û hezkiriyan li welatekî ji hev vediqetînin. Bi nobedaran nahêlin kulîlkek bibişkive, pêşiya çeman digirin û nahêlin av rih bide xwezayê.. Dema ku min li derdoran dinêrî Şêx Seîd jî dihat bîra min. Mirov di wê axa pîroz re derbas bibe, ew neyê bîra mirov dibe? Bêguman nabe. Min ji xwe re digot, gelo Şêx Seîd û hevalên wî di vir re derbas bûne, gelo li kîjan gundî mane û li ku geriyane. Çi dikirin û çi difikirîn. Ax kalo! Tu rêberê ciwanên kurdan, hêviya azadiyê bûyî. Nehiştin biharê bi ser me de bînî. Nehiştin rih bidî daristanan.
Em gihaştin Bazîdê. Xizmên me hatin em birin malê. Piştî pirsîna rewş, kêf û ehwelan bûbû piştî nîvro. Ez û kurxaltiyê xwe em hatin sûkê. Li wir çend nas û dost hebûn. Me bi wan re hinek wext derbas kir. Bi vî awayî min çend rojên xwe bi xizm û hevalan re derbas kir. Dem bi vî awayî derbas dibû.
Me rojekê biryar da em ê biçûna li serê tirba Ehmedê Xanî û Qesra Îshak Paşa . A ku heyecana mezin dida min ev bû. Xanî Baba bû. Ez tam li benda wê rojê bûm. Me xwe amede kir û em wek komeke qelebalix me berê xwe da tirba Xanî Baba. Tirba Xanî Baba wek ziyaretgehekê ye. Hema bêje ji her derê cîhanê kurd an jî turîst tên ziyaret dikin.
Piştî ku me cihek peyda kir, em çûn ser tirba Ehmedê Xanî. Dema ku ez ketim hundir hîseke pir ecêb li min girt. Ez wê kêliyê çawa bînim ziman nizanim. Laşê min sist bû, devê min ziwa bû û hêsir ji çavên min bariyan. Paşê min xwe komî ser hevdu kir. Dûre aramiyeke mezin kete hundirê min. A rastî ez bibêjim, ez hinekî qure bûm. Yanî şanaz bûm. Çimkî ez dizanim ku Xanî Baba fîlozofek e û em jî neviyên wî ne. Ê ku yekem car bi dengekî berz behsa kurdî û dewletbûnê kiriye ew e. Em Xanî Baba wekî bav û rêberê xwe dibînin. Wî di dema xwe de ji bo kurdan xebatên gelekî girîng pêk anîne. Ew bû ferheng, kete nav xeyalên zarokan, ew bû Mem; destaneke evînê ji Zînê re nivîsî, ew bû zana, rê nîşanî dildaran da. Tu peyv nikare wî pênase bike. Ew bû dengê kurdistana hatibû dizîn.
Piştî vê ger û geştê, piştî ku me bêrî oxir kir, lê ne bi temamî em keyfxweş bûbûn û me dîsa berê xwe da xerîbiyê/Stenbolê.
Bawer Agirî




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê