Gihanek bi serê xwe ne xwediyê tu wateyê ne, lê peyvan, komek û hevokan bi hev ve girê didin, an jî peyvekê, komekê bi hevokekê ve girê didin. Hin daçek, hoker, lêker, cînavk, rengdêr û navdêr bi erkên gihanekî tên bikaranîn; di yên xwerû û nexwerû de cih digirin û bi vî awayî dibin gihanek. Ji aliyê peyvsaziyê ve gihanek du beş in: Ên xwerû û yên nexwerû. Gihanekên xwerû ji yek hêmanan pêk tên. Di zimanê nivîskî de gihanekên xwerû yên herî zêde têne bikaranîn ev in. lê, an/yan, ango/yanî, de, heke/eger, heta/heya, jî, ka, ku, lewre/loma, ne, û... Mînak: an/yan Pênûsa sor an a zer bide min! Pelê çirî yan ê neçirî, ev hemû yên we ne. ango/yanî Ew bi arsimê...