Gihanek 1
Ev peyvên ku bêje, komek, hevokên sereke û yên pêreyî bi hev ve girê didin re gihanek tê gotin. Hêmanên gihanekî neguherbar in, bi serê xwe ne xwediyê wateyên girîng
in. Lê di hevokê de rolên alîkar ên girîng dilîzin.
Çend heb gihanekên sereke:
Çend heb gihanekên sereke:
ji ber ku (dolayı) Sedemê diyar dike.
Mînak:
Ji ber ku ez sibê zû radibim, ez êvarê zû radizêm.
Ez ê sibê biçim, ji ber ku betlane xilas bû.
Ez ê sibê biçim, ji ber ku betlane xilas bû.
loma/lewre (o yüzden)
Hevokê xurt dike.
Hevokê xurt dike.
Mînak:
Ez şev gelekî pirtûkan dixwînim, loma ez dereng radizêm.
Ew sibê taştê hindik dixwe, lewre zû birçî dibe.
Ew sibê taştê hindik dixwe, lewre zû birçî dibe.
lê belê (ancak)
Bi kêrî dîtina hincetan tê.
Mînak:
Ez dikarim wêneyên keştiyan xêz bikim, lê belê ez nikarim avjeniyê bikim.
Zozan dikare mamostetiyê bike, lê belê nikare bijîşktiyê bike,
Zozan dikare mamostetiyê bike, lê belê nikare bijîşktiyê bike,
her wiha (hakeza)
Ji hevokekê derbasî yeke din dibe, pêrebûnê diyar dike.
Mînak:
Ez vê gulê diyarî te dikim, her wiha vê pênûsê jî.
Rêziman gelekî girîng e, her wiha xweşaxaftin jî.
Rêziman gelekî girîng e, her wiha xweşaxaftin jî.
ji ber vê yekê (bundan dolayı)
Sedemeke zalal diyar dike.
Mînak:
Futbol qet bala min nakişîne, ji ber vê yekê ez qet naçim maçan.
Ez du meh berê jî çûbûm wir, ji ber vê yekê hewce nake ez dîsa biçim.
Ez du meh berê jî çûbûm wir, ji ber vê yekê hewce nake ez dîsa biçim.
ji xeynî/ji bilî (sadece/yalnız)
Neyînîyê çêdike.
Mînak:
Ji xeynî Holandayê ez qet neçûme cihekî din.
Ji bilî te tu kesî ji min re diyarî nestandiye.
Yorumlar
Yorum Gönder