Gihanekên Nexwerû


Gihanekên nexwerû gelek  in. Ew  herî  kêm  bi du hêmanan pêk  tên.  

an...an...  
An serkefitn an serkeftin!
An mirin an felat!

an…na
Ew hevalê hevala te ye an na?
Tu yê bibêjî an na, ez ê bibêjim.

an...an jî...  
An em ê biçin sînemayê an jî biçin şanoyê.
An tu yê werî an jî Zozan.

berî ku
Berî ku em biçin, me amadekariya xwe kir.
Berî ku ez binivîsim, ez difikirim.

çawa ku  
Çawa ku wî ez dîtim, destê xwe ba kir.
Çawa ku kete dibistanê, kete bîra wî.

çi...çi...  
Çi ji milê rastê, çi ji milê çepê re dikarî bigihêjî parka Cegerxwîn
Çi  ji  aliyê dê û  çi  ji  aliyê bavê ve  hebû,  li  wan parî  kirin.  

çima ku 
Ji hevalê xwe xeyîdî ye, çima ku agahdar nekiriye.
Rojhat xwe tawanbar dike, çima ku nekariye ezmûnê bide.    

da ku 
Ez ê nameyê sibê zû bişînim, da ku zû bigihêje destên wan.
Ez ê jê re helbestan bişînim, da ku bide televîzyonê.  

dibe ku 
Tu jî bibêjê, dibe ku ji bîr bike.
Min pirtûka Gulê da Gulçînê, dibe ku îro here mala wan.  

geh...geh...  
Tu geh li vir î geh li wir î xêr e?
Hûn geh diçûn geh dihatin, lê em tim li wir bûn.  

heta ku  
Heta ku ew waneya xwe çêneke, dernakeve derve.
Heta  ku  ez sax  bim,  ez ê li  te binêrim.  

ha...ha...  
Ha min got ha te, çi ferq heye?
Ha tu têyî ha ew, em ê li mala me dersan çêkin.    

heye ku  
Em naçin, heye ku ew bên
Rizgar nehatibû, heye ku rêya xwe guherandibû.  

him...him...  
Tu him gul î him rihan î.
Wan him rez dibirîn him bar dikirin.  

him...him jî...  
Min him ji bo te kirî him jî ji bo wê.
Ew vegotin him ji bo te him  ji bo wî ye. 

ji  ber  ku 
Ji ber ku ez sibê  radibim, ez êvarê  radizêm.
Ez ê sibê biçim, ji ber ku betlane xilas bû.

lê belê 
Ez dikarim wêneyên keştiyan xêz bikim,  belê ez nikarim avjeniyê bikim.
Zozan dikare mamostetiyê bike, lê belê nikare bijîşktiyê bike,

ka bila  
Ka bila sibe bê, em ê lê binêrin.
Ka bila Rojda bê, çi kiriye nekiriye, hûn ê bibînin.  

ne...ne  
Ne wî xwe da alî ne Bozan, her du jî li wir sekinîn.
Ne ez dibêjim ne tu, kî  dê bibêje, ka em di çi rewşê de  ne!  

piştî ku
Piştî ku wane biqede, ez ê werim cem te.
Piştî ku mamoste hat, me dest bi civînê kir.

wekî ku  
Wekî ku hûn jî dizanin, doza me doza mirovahiyê ye.
Wekî ku tu jî dibînî, xwendekar pir serkeftî ne.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê