Hez û Hezkirin
Di jiyana mirovan de hêmana herî girîng a ku kesan û civakan bextewar dike hezkirine. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bibêje ku hezkirin bingeha avakirina civakeke bextewar e. La Cordaire dibêje ku,''Hez destpêk, nîvek û dawiya her tiştî ye.'' Mirov di vê hevokê de fêm dike ku hezkirin di her demsala jiyanê de heye. Bi gotineke din,
hezkirin di rihê her giyandarekî/ê de heye.
hezkirin di rihê her giyandarekî/ê de heye.
Dema ku mirov behsa hezê an jî hezkirinê dike bê guman di serî de hezkirina mirovan tê. Ji ber ku mirov xwediyê hest,fikir, nêrîn û hizirandinêye ev mijar ji bo me girîng dibe. Lê divê em bi bîr bixin ku hezkirin ne tenê ji bomirovan pêwist e yan jî hezkirin ne tenê di navbera du zayendan deye. Hezkirin ji her kesekîê civakê re pêwîst e û hêmana Hezkirin ji her kesekîê civakê re pêwîst e û hêmana jiyanê ya jênager e.
Şiyara çi qas hez ew qas bextewarî, çi qas hez ew qas pêşketin ji bo civakeke pêşketî û dilşad hatiye gotin.
Heke em ji bo civakeke bextewar hewl bidin û bixwazin bibin xwediyê erka hezkirinê divê em van xalên girîng pêk bînin û bibin alîkarê pêkanînê.
Hezkirina mirov li hemberî dê û bavê (malbatê), hezkirina mirov li hemberî hevjînaê xwe, hezkirina mirov
li hemberî heval û hogiran, hezkirina mirov li hemberî neteweya xwe (civekê), hezkirina mirov li hemberî sewalan û hezkirina mirov li hemberî xwezayê.
li hemberî heval û hogiran, hezkirina mirov li hemberî neteweya xwe (civekê), hezkirina mirov li hemberî sewalan û hezkirina mirov li hemberî xwezayê.
Wekî tê zanîn malbat yekeya herî biçûk a civakê ye.Her tişt di malbatê dedest pê dike. Tovê hezê li vê
yekeyê tê reşandin. Ji bo vê jî erk û berpirsiyariya malbatê di nava civakê de gelekî girîng e.
yekeyê tê reşandin. Ji bo vê jî erk û berpirsiyariya malbatê di nava civakê de gelekî girîng e.
Hezkirina dê û bavê li hemberî hev dikare bibe find, dûre bibe hîv, dûre bibe roj û derdoran ronî bike. Her wisa hezkirina endamên malbatê jî li hemberî dê û bavê çêbe dikare wê ronahiyê geştir bike û dikare bibe stêrk gerdûnê ronî bike.
Divê bê zanîn ku her ferdek hêjayî hezkirinêye. Hestekî mîna hezê ancax dikare takekesan bi pêş bixe û
bi hev ve girê bide. Ji ber vê yekê ye ku em her tim girîngiya hezê dikirpînin. Em li vê derê ne tenê behsa hest dikin, em behsa rêzgirtina mirovan li hemberî hev, li hemberî sewalan
û li hemberî xwezayê dikin. Mirovekî xwedî bîr û bawerî dikare bibe pêşengê civakeke bextewar û dikare
rotaya (berê) civakê bide hez û rêzê.

Li cihekî hez tune be, li wir bêaramî heye, ew der çilmisî ye, ew der tarî ye. Li cihê tarî hebe giha şîn nabe, gul û çîçek venabin, çivîk nafirin û xweza xwe naxemilîne. Ji ber vê yekê jî divê her mirovek beşdarî karwanê hezê bibe û ala bextewariyê li ser bircan biçikîne.
Bawer Agirî
Yorumlar
Yorum Gönder