Tirkan Çima Dev ji Manîîzmê Berdan?

Di dibistanên tirkî de pirtûka ''Din kültürü ve ahlak bilgisi'' (çanda olî û zanyariya exlaqî)  didin xwendin. Di pirtûkê de behsa baweriyên tirkan ên berê dikin. Yek ji wan baweriyan jî Manîîzm e. Li gorî pirtûkê tirkan beriya îslamê baweriya xwe bi Manî anîne.

Lê tirkan bi hinceta ku Manî şervantî û xwarina goşt qedexe kirine, ev yek jî bûye sedema windakirina taybetmendiyên wan ên şervantiyê, dev ji baweriya Manîîzmê berdane.

Di Manîîzmê de em dev ji kuştina mirovan berdin, serjêkirina heywanan û xwarina goştê wan jî qedexe ye.

Ji ber ku ev zagon di Manîîzmê de hene tirkan dev ji Manîîzmê berda ne;
divê mirov şer neke, baweriya xwe bi dîrokê bîne, goşt nexwe, heywanan serjê neke û nebe mirovekî xirab. Divê mirov baweriya xwe bi dema pirxwedayî bîne. Divê mirov diziyê neke, dest neavêje namûsa yekê/î , efsûnkariyê neke, di karê xwe de sist û îhmalkar nebe û di nava civakê de bibe bawermendekî baş/qenc.

Bawer Agirî

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê