Behlûlê Mahî (-835)


Du malik ji helbesta Behlûl

Behlûl zatê wan zat yekdan e
Amîyan maçan Behlûl dêwan e

Kî dî dêwan e, weytewer dane bo
Merkewene meydan gerdûn rana bo

Wate: Behlûl tîrêja Xwedê ye. Her çend ku hin kesên
bêagah û nexwende wî wekî dîn dizanin, kî û kê dîtiye ku dînek ew qas hêja, zana jîr bûye û hespê xwe yê zanistê di qada hevçerxa gerdûnê de bibezîne.

Jînameya Behlûlê Mahî (Sedsala heştemîn-835)

Navê wî Emerê kurê Leheb e û bi Behlûl hatiye nas kirin. Heta niha sala ji dayîkbûna wî ne diyar e, lê tê gotin ku ew di sedsala heştan de li Mahîlkufê ji dayîk bûye.  Dibe ku di sala 835’an de li Tengegolê miribe û li wê derê hatiye veşartin. Rêbaza Behlûl, rêbaza Yarsan rêbazek ya xudênasîn û derwîşiyê ye û hinek jî wî olî wekî oleke ji ola Mîtrayiyan çiqdayî dinasin. Ew çû Bexdayê. Piştî demekî ji mana xwe ya li Bexdayê, qesta Kirmaşanê kiriye û li wê derê rêbaza Yarsiyan belav kiriye û gelek mirîd peyda kirine.

Tê gotin ku hinekan dabaşa wî bi xirabî li cem xelîfê pêncan ê Ebasîyan Harûn el-Reşîdî (766-809) kir û xelîfeyî fermana kuştina wî da, lê îmamekê nêzîkî xelîfeyî;  ji bo wî ji kuştinê rizgar bike jê xwest ku ew xwe wek dînan lê bike.  Xelîfe bi wê qayil kir ku Behlûl dîn bûye û wiha Xelîfeyî fermana kuştina wî rawestand. Dibêjin piştî wê, ew di nav xelkê de wek Behlûlê dîn hat nas kirin. Wî helbestên du beytî bi zimanê Kurdî (Kurdiya Goranî), ku zimanê mîrgeha Erdelanê bû, bi zimanê Erebî vehûnandine û babetên wan olî ne. Helbestên wî yên li ber destan mane, bes ew in, yên di deftera Serencamê de hatine parastin. Ew bi xwe di du beyta xwe de wiha behsê vê dînatiya xwe û rehberiya terîqeta Yariyan dike:

Dêwaney zayir, Dêwaney zayir
Danay yaran im dêwaney zayir

Zayir we ebes keften ne bayir
Recebim nesîm, loremen tayir

Bahlûl di vê du beyta xwe de diyar dike ku ew bi dîtina hinek kesan dîn e, lê ew di rastiyê de zana û rêberê yariyan e.
       
Mah:Peyva despêka ya navê cihê wî ye.
Yarsan: Yarî



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê