Di Wêjeya Kurdî de Rola Bazîdê

Bazîd di dîroka wêjeya kurd de cihekî xwe yê girîng heye. Di Medreseya Bazîdê de gelek helbestvan û wêjevanên kurd gihîştine. Kurdan ev bajar bi navê Bazîdaxa yan jî bi kurtayî Bazîd bi nav kirine. Bazîd bajarekî Kurdistanê yê gelekî kevnare ye. Dikeve Başûrê rojavayê Çiyayê Agirî.

Bajarê kevin di geliyekî teng de ye û bi pênc kîlometreyan dûrî bajarê nû ye.
Xirbeyên Qesra Îshaq Paşa di navbera her du bajaran de cih digirin. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn bajarê nû pêş ket û bajarê kevin hat ruxandin.

Taybetmendiya Bazîdê ji bo kurdan ev e ku piştî Ehmedê Xanî li wir bi cih bû, êdî bajar bû navendeke çand û wêjeya kurdî. Gelek wêjevan, helbestvan û nivîskarên kurd di Medreseya Ehmedê Xanî de gihiştin.

Ji çend kesên navdar ku di vê Medreseyê de xwendin û bi nav û deng bûn yek jî Mirad Xan e. Digel Mirad Xan helbestvan û wêjevanên din ku di Medreseya Bazîdê de gihiştin ev in: Îsmayîlê Bazîdî, Mele Mahmûdê Bazîdî û Xelîfe Yûsiv.

Li Medreseya Bazîdê ku Ehmedê Xanî pirtûkxaneyek mezin tê de vekiribû, Mirad Xan jî mîna gelek hemdemên xwe xwend û ji vê pirtûkxaneya Ehmedê Xanî sûdeke mezin wergirt.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê