Klasîzm
Têkiliyên di Navbera Herikîna Wêje û Herikîna Hizirê de
Gelek nivîskar û helbestvan an bûne pêşengê herikîna hizirî yan jî di nava herikîneke hizirî de cih girtine. Wêjevan di heman demê de mirovên hizirînê ne.
Bi derketin û pêşketina hizirê re wêje jî pêş ket. Di zimanê me de ji ber ku wêje xwediyê bingeheke dewlemend e; ev rewş zûtir pêk hat. Li aliyê din, guhartin û pêşketinên wêjeya cîhanê jî bandoreke erênî li ser pêşketina wêjeya kurdî jî kir. Ka çawa di nîveka sedsala XVII’an de ronesansê rê li ber derketina klasîzmê vekir, li hemberî derketina klasîzmê romantîzm; li hemberî romantîzmê realîzm bi rêzê ve natûralzîm, panralîzm derketin holê. Li hemberî van herikînên wêjeyî sembolîzm derket holê. Bi vî rengî bi derketina her herikîneke hizirî re pêşketin di wêjeya me de jî pêk hat.

Damezrînerê herikîna klasîzmê nivîskar Boîleao ye. Di van sedsalan de gelek nivîskarên navdar ên wekî Shekspir,(Şekspir) Dantêa,Tolstoy, Dastoyevîskî û hwd, di van sedsalan de wêjevanên kurd ên wekî Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî jiyane.
Berhemên van wêjevanên kurd ên kevnar bûne bingeha klasîzma Rojhilata Navîn. Ev wêjevanên kurd ên kevnar berhemên xwe yên wêjeyî yên klasîk beriya derketina klasîzma Ewropayê derxistine holê. Em wisa bawer dikin ku klasîzma bi derketina ronesansê jî ji klasîzma Rojhilata Navîn bandor bûye.
Bername û şêweyên dibin sedema geşkirina klasizmê ev in:
1- Girîngiyê dide hişmendî û xwezayê. Taybetmendiya hunermendên klasizmê berî her tiştî girînigiyê didin ziman û awayê têkûz. Li gel wî ya girîng hişmendî û pîvan e.
2- Di şanoyê de yekbûna sê tiştan girîng e; dem, cih û bûyer.
3- Tirajedî li ser xûy û exlaqê paqij tê avakirin. Hunermendên wêjeyê kesên bijarte û di cih de digire dest.
Yorumlar
Yorum Gönder