Ana içeriğe atla

Mestûre Kurdistanî (1805-1845)

Min  ew  jinem  ke  le  pakî le serûy hemîwanim,
Le  hemû  xêlê  jinan  de  niyekes  hawşanim

Le  jêr  serwênekem de  serê  ke hêjay  tac, Belam  le  zebrî  zeman  waqetî  sîdewranim

Li  ser  jiyana  Mestûre  Xan,  çend  rêzik  li  bin  peykerê  wê  wiha  hatiye nivîsandin û  dane  nasîn: “Şair,  nivîskar  û  destrengîna    bi  nav  û  deng  ya  Kurd  Mah  ŞerefXatûn,  tê nasîn  wekî  Mestûre  di  sala  1805‟î  zayînî  li  bajarê  Sine  hatiye  dinya yê. Di    zaroktiyê  de  danîne  ber  xwendinê  û  pê gihiştiye.  Bûye  zanayeke  mezin, wêjevanek  têgihiştî  û  helbestvaneke  bi  nav  û  deng.  Mestûre  di  dîrok  nivîsinê  de yekemîn  jin e  di  cîhanê  de  û  her  wiha  yekemîn    jina  musulman e  ku  şerî‟et  nivîsiye. Ew  zanyar  43  sal  jiyaye  û di  sala  1845'an  de  li  bajarê  Silêmaniyê  çûye  ber  dilovaniya Xwedê.” Li  gorî  dîrokên  li  jor  sê  sal  ferq  di  navbera  bûyîn  û  koça  Mestûrê  de  heye. Mah  Şerefxanim  Kurdistanî  xêzana  mîrê  Erdelanê  Xosro  Xan  bû.  Bavê  wê  ji malbata  Qadiriya  bû,  dayika  wê  ji  malbata  wezîrên  Kurdistanê  bû. Bavê  Mestûrê,  EbûlHesen  beg  bi  xwe    mirovekî  xwendî   û  zane  bû.  Zêhin  û zîrekiya  keça  xwe  zû  texmîn  dike  û  wê  dide  xwendin.

Di sala 1834'an de Xosro xan bi nexweşiya kezebê di 30 saliya  xwe  de dimire.  Sala 1847 gava desthilatdariya mirgehê dikeve destê Xosroxan Gurcî, Mestûre jî neçar dimîne koçber bibe, berê xwe bide ser bajarê mîrgeha Baban, bajarê Silêmaniyê. Di  sala 1847 'an ew diçe ber dilovaniya Xwedê. Tirba wê li bajarê Silêmanîyê,  goristana Girdî Seywan, li başûrê kumeyta Fatma Zuhra ye.          

Piraniya helbestên Mestûrê bi zimanê Kurdî, zaravayê goranî hatine nivîsandin.  Li gorî hinek çavkaniyan dîwana helbestên wê ji 20 hezar beytî pêk hatiye. Di wê demê de li welatên îslamê xwendin ji bo jinan tiştekî guneh dihat dîtin,  diyarbûna  dîrok  nivîs û helbestvaneke  jin tiştekê mezin bû. Mestûrê meznahiya xwe texmîn dikir, di helbesteke xwe de dinivîse:

“Serên me yên hêjayî tac in,
Di bin çarşefan de ne.”      

Mah Şerefxanim gelek ji bavê xwe hez dikir. Di malê de tim porvekirî bû. Bavê wê ew serbest berdida. Bi xwe re dibire nêçîrê, bi xwe re dibir mêvaniyan. Bavê Mestûre xanimê derbarê dîroka herêmên Kurdan de serwext bû. Wî zanebûn û agahiyên xwe bi keça xwe re parve dikirin. Mestûre xanim ji agahiyên pirtûkan zêdetir ji agahiyên devokî sûd werdigirt. Dayika Mestûre carinan ji wê di xwest  ku xwe bipêçe, lê bavê  wê piştgiriya wê dikir û keça xwe delalî mezin dikir. Em bêjin mamostayê destpêkê yê Mestûre bavê wê EbûlHesen Beg e. EbûlHesen Beg mirovekî aştîxwaz bû. Hez ji xwendinê dikir. Lê bavê wî Mihemed axa hemû jiyana xwe di şeran de borandi bû. EbûlHesen beg ji bo agahî û dostaniyê pirî caran diçû pirtûkxaneya Mîrektiya Erdelan. Ev pirûkxaneya waliyê Sine bû. Kurê  walî Xosro hemû wextê xwe di vê pirûkxaneyê de derbas dikir. Dostê EbûlHesen bû. Mestûre bi bavê xwe re diçû vê pirûkxaneyê. Hem guhdarî nîqaşên wan dikir, hem jî bi pirtûkan re mijûl dibû. Xosro der barê dîroka Îranê û ya giştî de ji bo Mestûre dibû çavkaniyeke dewlemend.         Mestûre bi bavê xwe re bi siwarî diçû geştê û dîtina kelh û şûnwarên bav û kalan jî. Mestûre di siwariya hespan de şenge siwar jî bû. Mestûre di siwariya hespan de xwe ji kuran kêmtir nedidît. Nedixwest cihê jinê yê di civakê de hatî veqetandin bipejirîne. Di hemû geştan de Qubatên avmalî (xulam) bi wan re bû. Di geştên li ser kelehan de EbûlHesen der barê keleh û avakirina bajarê Sine û ser û serekên herêmê de Mestûre agahdar dikir. Ev agahî ji bo Mestûre dibû agahiyên dîrokî.  Ji xwe bapîrê Mestûre di dîwana walî de wezîr bû. Malbata wê ji kevin de nav kar û barên bi rêvebirina Mîrektiya Erdelanê de xwedî cih û peywir bûn. Her wiha EbûlHesen beg zavayê Emanullah Xanê waliyê Sine bû. Kurê wî Xosro mirovekî zana bû. Di pirtûkxaneyê de bi ilim û wêjeyê re mijûl dibû.

Ev zanebûna xwe  dida  keçxala  xwe  Mestûre  jî.  Demek  şûnde  Xosro  bû  zavayê  şahê  Qacarê îranê  û  cîgirê  bavê  xwe.  Êdî  ji  wî  re  jî  digotin  Xosro  Xan.  Her  wiha  birayê  Xosro Xan    Husên  Qolîxan  jî  li  ser  wêje  û  helbestan  eleqedar bû.  Di  mêvaniyek  li pirtûkxaneyê    de  Mah  ŞerefXatûn  û  kurxalê  wê  Husên  Qolîxan  dilketin  hev.  Hê  wê demê  Xosro  kû  carna  jê  re  digotin  mam  Xosro  ji  Mah  ŞerefXatûnê  re  digot: “MESTÛRE”. Di  daweta  XosroXan  de  Mah  ŞerefXatûn  Husên  Qolîxan  dildariya  hev  aşkera dikin.  Piştî  mirina  Emanullah  Xan  kurê  wî  Xosro  Xan  bû  waliyê  Erdelanê. Kêşmekêşî  di  navbera  Xosroxan  û  birayê  wî  de  derketibûn.  Digelek  cihan  de walitiya  Xosro  nedihat  pejirandin.  Li  ser  vê,  di  navbera  kurdan  de  şer  derdiket.  Bi piştgiriya  Şah  jî  Xosroxan  cihê  xwe  qayîm  kir.  Demek  şûnde  bi  hinek  bihaneyan malbata  xalê  xwe  EbûlHesen  beg  xiste  zindanê  û  dûre azad kir.  Ji  vê  jî besnekir,    Mah  ŞerefXatun  ku hezkiriya  birayê  wî  Husên  Qolîxan  bû  ji  xwe  re xwest.  Mah  ŞerefXatun  ne  bi  dilê  wê  be  jî,  bi  Xosroxan  re  zewicî  û  ket  herema wî. Lê  vê    wiha  berdewam  nekir.  Hewldanên  Xosroxan  ji  bo  yekîtiya  Kurdan,  têkiliyên wî  yên  dorfereh  bi  serekên    Kurdan  re  germahiyek  bi  Mah  Şerefxatûnê  re  çêkiribû. Ji  xwe  mamostayê  hemû  meram  û  daxwazên  Mah  Şeref  Xatûnê  Xosro  bi  xwe bû. Dema Xosro  li  ser  navê  Şahê  îran  diçû  şer  hestyariya  Mah  ŞerefXatunê  bilind dibû  û  helbestên  xwe  dihûnandin. Mah  ŞerefXatunê  ji  Xosro  hez  kir.  Lê  stêrka  Xosroxan  hêdî  hêdî  vedimirî. Xosroxan  bi  nexweşiya  kezebê    ketibû.  Di  30 saliya  xwe  de  Xosroxan  mir.  Derdê Mestûre  hê  zêdetir  bû.  Xwe  bi  tenê  û  bêhêz  didît.  Gelekî  xema  keçên  temen  biçûk û    dayîna  wan  bi  mêrên    temen  mezin  dikir.  Vê  jî  fikarên  wê  zêdetir  dikir.  Tiştê  ku wê  ji  êş  û  kederên  jiyanê  diparast,    nivîsîn  bû.  Li  ser  dîroka  Erdelanê  gelek  agahî berhev  dike  û  dinivîse.    Digel  vê  ew  qas  jî  ristên  Kurdî  bi  pênûsa  xwe  li  gorî hişê xwe  yê pêşketî  dinivîse. Ji  ber  sedema  şer  û  pevçûnan,  Mah  ŞerefXatûn  û    malbata  Emanullah  koçî Silêmaniyê  dikin.  Husên  Qolîxan  ji  mêj ve  çûbû  Silêmaniyê.  Her wiha  zavayê  begê Cafan bû.  Dema Mah  ŞerefXatûn  tê  Siilêmaniyê,  yekser  diçe  cem  Husên  Qolîxan  û dibe  endameke ji  malê.  Li  Silêmaniyê    jî  salên  tijî  derd  û  keder  derbas dike.  Piştî mirina  Husên  Qolîxan  Mah  ŞerefXatun  dîsa  bi  xemgîniyên  xwe  ve  tenê  dimîne. Mestûre  Xatûn  di  mijdara  sala  1847'an de  li  Silêmaniyê  diçe  ber dilovaniyê.   Mah ŞerefXatûnê  gelek  nivîs  li  pey xwe  hiştin.  Seyran  xanimê  piştî  mirina  Mah ŞerefXatûn  nivîsên  wê  parastin  û  dan  Mîrze  Ebdullah.  Mîrze  Ebdullah  hemû nivîsên    Mestûre    şandin  pirtûkxaneya  Erdelanê. 

Kîjan  jina ku wê  hêzê  di  xwe  de  bibîne  û dîroknasiyê  bike  û  xwe  di  nava dewr  û  dewranan  de  bigire;  ew    bi    xwe   bibe  dîrok… Kîjan  jina    ku  wê  hêzê  di  xwe  de  bibîne  li  ser  olê  kûr  bibe  û  di  ola  îslamê  de şerhê  bike,    ji  ber  vê  cihê  xwe  di  nava  alim  û  rêzanên  îslamê  de  bi  jinanî  bigire... Kîjan  jina  ku dilê  xwe  bi  gelê  xwe  ve  girê  bide  û  bistrîne  û  bi  zarê  xwe  yê şirîn  helbestan  rêz  bike  û  di  nava  helbestên  Kurd  de  bi  jinanî  cihê  xwe  bigire  û  xwe her  bi  gihîne  nava  dilê  hemû  jinên  Kurd  ên  ku  evîndarên  azadiyê ne. Ew jin  Mestûre  Erdelanî ye.  

Berhemên ku Mestûre Kurdistanî li pey xwe hiştine ev in,

1) Dîwana Mestûre ji piraniya wan bi zaravayê goranî ye  ji 20 hezar helbestan pêk tê.
2) Dîroka Erdelan bi zimanê farisî hatiye nivîsandin.
3) Namîlkey (Eqayîd û Şerîet) li ser rêz û rêçikên îslamê hatiye nivîsandin.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Alfabeya kurdî (denganiya kurdî 1)

Navê Min Çi ye?

Min berî niha jî behsa girîngiya zimên kiribû û li ser vê yekê nivîsek nivîsî bû. Ez niha jî dixwazim balê bikêşim ser ziman û bi kurtasî çend gotinan bibêjim. Her wekî min berê jî gotibû ziman hêmana bingehîn a ragihandinê ye. Mirov bi rêya ziman fikir, hest û ramanên xwe tîne ziman û têkiliyan bi hev re datîne. Ziman pira di navbera paşeroj û pêşerojê de ye. Bêyî ziman têkiliya mirovan ne mimkun e bi rêk û pêk pêk were. Ziman endamên civakekê bi hev ve girêdide û di navberê de dibe navgîna sereke.

Niha kî dikare bêyî axaftinê yan jî nivîsandinê pênaseya atomê bike? Yan jî kî dikare bêyî axaftinê bîrkariyê bi mirovan bide fêmkirin? Bêguman ev ne mimkun e. A li vê derê em pê dihisin ku ziman,  axaftin, xwendin û nivîsandin çi qas girîng in. Hemû gelê cîhanê bi vê rastiyê hisiyane, loma jî her sal butçeyeke pir mezin ji bo perwerdehiyê vediqetînin. Elbet em niha bi vî şiklê xwe û rewşa xwe ya heyî nikarin pereyekî pir mezin ji bo perwerdehiyê veqetînin, lê gelo em ji bo perwerdehiyeke…

Peyvên Hevdeng

Peyvên hevdeng ji aliyê teşeyê ve wekî hev in, lê wateya wan cuda ye. Di kurdî de gelek peyvên bi vî rengî hene ku carinan peyvek tê sê-çar wateyan.
Mînak:
Ar (agir) Ar (namûs)
Ax (xwelî)  Ax (axkişandin)
Ba (bayêtê) Ba (cem)
Bend (asteng)  Bend (ta