Nalî (1797- 1855)


Mûy spî kirdim be şûştim avî eynî şor û şet 
Şor e şet yeinê ket ê de xo qelb û be bet  

Helgira, wek momî kafûrî beşew da mû be mûm im 
Wa siyarû bû be xwênim nuqte nuqte xet bi xet  

Min delêm şew bû be roj nefsim delê roj bû be şew 
Ew musîbe çunke çawî pê spî bû min xelet  

Rewxenî dide rijaye serkitabî xetî xom Çaw le îşî ew spî nûriş be ser ew da seqet  

Sard û germ e ahekem sewzegiyay kirdim be pûş 
Payîz rû bû be burdî sûr û zerdî muxtelît  

Wechekem îsmî beyaz ema wereq zerd û siya 
Ba muxetet bê be kafûrî keşîdey xoş nemet 

Çunke lewhî rû siyah rûzerdî bê tezînî ye Xwênî çawim cedwelî bê qetre kanîşî nuqte  

Neqşî du mûyî bedewrî rû debête eybî şeyb 
Ayeney rûpakî ye, rûnakî ye, nûr û şemet  

Ya gedayek e xenî ya padîşahêk e feqîr Lem duwe xalî nî ye (Nalî) le rûy hedî weset 

Wate: Rondikên çavên min hatine li ser mûyên reşê rûyê min. Hemû wekî qeleyên reş ku ketibin nava livîn û bêzivînê û bibin biqazeke spî mûyên min ên reş wekî şevereşê bû. Çi niha wekî rojê spî bûne. Ez ji nefsa xwe ya tamakar û serkêş re dibêjim, êdî ew qas hewa û hewes bes e. Vaye mûyên min ên reş jî spî bûn. Dema pîrîtiyê hatiye. Lê belê ji ber ku ew kurê dahatûyê ye û ji bilî reşatiyê tiştekî din nabîne. Di bersivê de dibêje: “Na wisa nîn e, mûyên spî reş bûne.” Xwîna çavên min li cihê rondikan di ser çavên min de rijiyaye. Vêca çavên min ji ber êş û jana rijiyana vê xwînê, dîtina xwe ji dest daye. Ji ber wê reşahiya çavên min, nikarin tiştekî bibînin. Yanê çavên min bi giştî ronahiya xwe ji dest dane û ez kor bûme. Her wiha dema di payîzê de rengê pelên daran zer û sor dibin, bayê pîrîtiyê jî rengê rûyê min bi rondikan ji xwînê zer û sor kiriye. Wekî Kurkê Yemenî rengê min zer û sor bûye. Her çend ku di rastiyê de spî ye, lê belê bi pelên zer, reş û xwînê hatiye pûşandin û girtin. Mûyên min ên spî jî ku wekî kafûrê bû ciwaniyê û xweşikiyê xet xetî kiriye. Ger zer bi pêşdariya rûreşiyê ve hebe, dibe sedema ciwanî û hêjayiyê. Ger mûyên rûyê mirov maş û birinc bin, du rengiya pîrîtiyê radigihîne û nîşan dide. Ji ber ku bi giştî dibe awêneya rûpakiyê. Maş û birinc jî dibe nîşane û awêneya ronahiyê.

Navê Nalî yê rast Mele Xidirê kûrê Ehmedê Şaweysê Mikaîlî ye, Nalî nasnavê wî ye. Li ser dîroka dayîkbûna wî gelek nêrîn hene, lê li gorî Eledîn Secadî ev wêjevan di sala 1797’an de li Şarezorê, gundê Qeredaxê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî li Silêmaniyê, li cem Mela Ebdileres dest pê kiriye, diçe Xaneqa Mewlana Xalid, piştre diçe Şamê û du-sê salan li wê derê dimîne. Li wê derê bêriya Silêmaniyê dike û helbestek bi navê “Qurbana hindek rêyan de bin”....

Ji Şamê diçe Stenbolê  û li wê derê giregirên kurdan nas dike, dibe nasê Ehmed paşayê Baban û der barê wî de helbesteke kurdewarî ya bi navê “Ta felek dewir neda ser kewkeba wî avane bû” dinivîse. Wêjenvanê kurd Elaedîn Secadî, Gêwî Mukriyanî û Meirûf Xeznewî û yên din, Nalî wekî pêşengê wêjeya kevnar a Başûrê Kurdistanê dibînin. Nalî wekî gelek wêjevanê dema xwe evîndarê xweşikbûna welatê xwe bûye. Her çi qas di helbestên wî de navê ''hebîbe'' wekî evîndarekê bê dîtin jî, lê em bawer dikin peyva hebîbe ya ku di wateya evînê de ye, ji bo evîndariya welatê xwe bi kar aniye.

Helbestên Nalî piranî helbestên têkel in, hem dildarî ne hem jî welatparêzî ne. Ji ber êşa dildariya welatparêziya xwe û neyekbûyîna gelê xwe, wî nasnavê xwe kiriye Nalî. Nalî di sala 1855’an de çûye ber dilovaniya Yezdan. Dîwaneke helbestan li şûn xwe hiştiye. Lê mixabin gelek helbestên wî yên hêja û binirx hene ku di dîwanê de cih nagrin.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê