Romantîzm

Romatîzm li Fransayê di sala 1830yî de pêş ketiye û wekî reaksîyona li dijî klasîzmê derketiye holê. Li gorî parêzvanên romantîzmê ji kesên dilpak xirabî çênabe. Dîsa li gorî wan li cîhanê xirabî tune be, cîhan dê gelekî xweş bibe; wê demê mirov dê bextewar bibin. Gelek nivîskarên navdar ên wekî Godhave (alman), Lond Byron (îngilîz),Vîktor Hûgo (fransiz), romantîzm dane destpêkirin.

Romantîzm peyveke almanî ye. Ji ''die Romantik'' hatiye dariştin. Bi taybetî bi afirandina berhemên Vîktor Hûgo hîn bêtir xurt bûye. Romantîzm berhemên civakê hildide dest û bi hest û xeyalan dixemilîne û pêşkêşî civakê dike. Li gorî romantîzmê xweşikbûn ji beriya her tiştî tê. Bi vê boneyê girîngiyeke gelekî mezin dide xweşikbûna hest û xeyalan.

Rêgezên wê yên bingehîn ev in:

1- Bingeha romantîzmê hest û xeyal in. Romantîzm li ser bingeha hest û xeyalan an jî bi dilşadbûnê tê.

2- Mijarên xwe ji dîrokê, çanda gel û wêjeya hemdem digre. Hunermend di berhemên xwe de evîndarî, xweza û mirinê rave dikin.

3- Giyanê mirovan çareser dike, ji rewşên belav, bêbawer û tevlihev sûd werdigire.

4- Ne wekî klasîzmê yekalî ye, tevahî aliyan hildide dest.

5- Bûyerên bixwîn û kirêt li ser dikê nîşan dide.

6- Girîngiyê dide bikaranîna jiyana gelî û herêmî. Ne kesê bijarte, lê kesê ji rêzê di nava civakê de dijî hildibijêre.

7.Hunermendên vê herikînê civakî ne û wekheviyê diparêzin.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê