Tîpa Dubare

Di kurdî de tîpa dubare nîn e. Lê gava bêjeyeke hevedudanî yan jî peyveke dariştî bê çêkirin, tîpa dubare tê nivîsandin. Ji ber ku bi ketina tîpekê peyv wateya xwe ji dest dide, divê em bêjeyan wekî wan binivîsin. Lê ji bo tîpên ‘’l’’ û ‘’r’’yê pêwîst nake mirov du heb ji wan li cem hev binivîse. Her wekî gellek, millet, pirr, sirr, gurr . Heke em bi vî awayî binivîsin dê tevlihevî zêdetir bibe. Wê demê divê em ji bo bêjeya /şerrawestandin/ê sê-çar ‘’r’’yan binivîsin her wekî /şerrrrawestandin/. Me li jorê got ku tîpa dubare nîn e, lê ev yek bi tenê ji bo peyvên sade derbas dibe. Bo nimûne di bêjeyên sade de dema ku tîpên d/t hebin, di payeya hevrûkirinê de yek ji wan dikeve. Sedema vê yekê jî ji ber ku jêderka wan nêzî hev e, bilêvkirina wê dijwar e. Mînak: dewlemendtir dibe delementir bilindtir dibe bilintir Em ji bo bêjeyên hevedudanî jî çend mînakan bidin. Dema ku mirov bêjeya /serok/ û bêjeya /komar/bide ber hev dibe /serokkomar/. Gava em tîpa dubare ji ...