Tîpa Dubare
Mînak:
dewlemendtir dibe delementir
bilindtir dibe bilintir
Em ji bo bêjeyên hevedudanî jî çend mînakan bidin.
Dema ku mirov bêjeya /serok/ û bêjeya /komar/bide ber hev dibe /serokkomar/.
Gava em tîpa dubare ji bêjeya hevedudanî bavêjin, wê demê dibe /serokomar/.
Baş e, dibe ku ev yek li vir dikare xwe nîşan bide û bê fêmkirin. Ji ber ku bêjeya /serokomar/ tê fêmkirin, mebest serokê Komarê ye. Lê ka em hinek mînakên din jî bidin.
Bêjeya/yek/+ bêjeya /kîte/ dibe /yekkîte/. Gava em tîpa dubare ji bêjeyê bavêjin, wê demê dibe /yekîte/. Gelo kî dê bizanibe mebesta me bi /yekîte/yê çi ye?
Bêjeya /giyan/+ bêjeya /nas/ dibe /giyannas/. Gava em tîpa dubare ji bêjeyê bavêjin, wê demê ew dibe /giyanas/. Gelo kî dê mebesta me têbigihêje? Hin kes dê bibêjin qey qala gîhanasiyê tê kirin ew gihayê ku ajal dixwin.
Bêjeya /hişk/+ bêjeya/kirin/ dibe /hişkkirin/. Gava em bêjeyê bi awayê /hişkirin/ binivîsin dê tu kes mebesta me fêm neke. Hinek dê bibêjin qey têkiliya wê bi bêjeya /hiş/ re heye.
Bêjeya /evîn/+ bêjeya /name/ dibe /evînname/. Heke em bi awayê /evîname/ binivîsin dê çewt bê fêmkirin. Hin kes dê bibêjin qey ev name ye.
Yorumlar
Yorum Gönder