Çillek, Dizzek, Virrek

Ez beriya niha li ser vê mijara ku hûn ê niha li jêrê bixwînin fikirîm, lê min navek lê nekir û wisa di cih de hişt. Min duh ji bo mijara tîpa dubare hinek lêkolîn dikirin, ez dîsa rastî wê mijarê hatim. M. Mistefa Reşît ji pirtûka M. Deham Evdilfetah çend mînak wergirtine.

Ew mînakên ku divê em wan belav bikin û ji xwe re wekî mînak bigirin ev in; /çillek/, /dizzek/, /virrek/ û hwd. Ez ê zêde nivîsê dirêj nekim û ji bilî çend guhartinên biçûk destê xwe nedim nivîsê û bi wî awayî pêşkêşî we bikim.

M. Deham ji bo ku em van bêjeyan di nivîsên xwe de bi kar bînin, nimûneyên baş dane.

Wekî mînak em pêşî bala xwe bidin bêjeyên /diz/, /dizek û /dizzek/. Ew kesê ku dizî kiriye, em jê re /diz/ dibêjin. Gava ev navdêr nebinavkirî be, wê demê /dizek/ dibêjin. Lê gava ev mirovê diz her dem diziyê bike, wê demê em jê re /dizzek/ dibêjin. Bi rastî jî divê em li vir navdêra nebinavkirî /dizek/ û navdêra /dizzek/ ya di wateya ku her dem diziyê dike, ji hev cuda binivîsîn. Bilêvkirina wan jî ne mîna hev e. Navdêra nebinavkirî bê şedde tê bilêvkirin, lê navdêra din bi şeddeyê tê bilêvkirin.

Em bala xwe bidin van nimûneyan jî.

Bêjeya /vir/ di wateya  derew de, bêjeya /virek/ di wateya  /yek vir/ û bêjeya /virrek/ di wateya ew kesê ku her dem derewan dike. Nimûneyên din jî gelek pir in.

Mîr - mîrek - mîrrek, çil - çilek - çillek, şil - şilek - şillek û hwd. Bi rastî jî em dibînin ku wateya her du komên bêjeyan ji hev gelekî cuda ye. Ev şêweyê ku bi şidandinê pêk tê, rewşa berdewamiyê dide kesekî yan heyberekî. Bêjeyên pîr - pîrek - pîrrek jî wisa ne. Rewşa /pîr/ ji wê jinê re tê gotin, ew a ku temenê wê êdî pir e û /pîrek/ di wateya /yek pîr/ e,  lê rewşa /pîrrek/ bi mecazî tê bikaranîn. Li vir ne şert e ku temenê wê jinê pir be. Lê em rewşa berdewamiyê wekî jineke temenê wê pir davêjin ser wê û bi vî awayî em wê jinê ji bo kesên biyanî nêutralîze dikin da ku ew li wê wekî jineke temenê wê pir temaşe bikin û wê wisa bihejmêrin.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê