Peyivîn Qedexe ye

Bajarê ku ez lê me tirsonek e
hez li rojê jî nikare bi azad bigere
li jiyanê gefan dixwin
peyivîn qedexe ye
laşên pisîkên bêxwedî
di binê lastîkên erebeyên lezgîn de diperçiqin
li sûkan mirov ji ber gaza pîşesaziya ne pêwîst difetisin
kirîza dilan bûye jirêzê
mirin erzan erzan digere li fêzê
li bajarê ku ez lê me her tişt lezgîn e
ajokar,
dikandar,
mendîlfiroş û avfiroş
li vir hevfiroş jî pir in...

ez navê te ji xwe re dikim ''pîroz''
çavên te ji xwe re dikim ''qiblegeh''
kefa destê te ji xwe re dikim ''jîngeh''
xwedawenda bedewiyê!
hinekî din jî sebirê bide min...

Bawer Agirî

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê