Wêje Jêderka Herî Girîng a ku Pêwîst e Mirov Serî lê Bide
Wêje, di
wateya giştî de zanisteke ku jiyana mirovahiyê ji bo me dide nasîn û fêmkirin.
Mijara wêjeyê,
bi hemû aliyên xwe ve paşeroja mirovahiyê ye. Wêje, bingeha xwe ji jiyana
exlaqê baş digire. Exlaq, hêza fikirîna hevpar a civakê ye û wijdana civakê ye.
Ji raveyên
raman, bûyer, hest û xeyalan bi gotin an bi nivîskî ji bo xwendevan an jî
guhdarên xwe bihest, coş, kêfxweşî, zewq û bedewiyeke bilind radighinê re
‘’wêje’’ tê gotin. Wêje, tê wateya pîşekarî, lêkolîn û rêkupêkbûnê. Peyva wêje
ya ku di zimanê erebî de wekî edeb tê binavkirin tê wateya birêkûpêkî û
pîvanbûnê.
Ji berhemên bi vê armancê
hatin derxistin re berhemên wêjeyî tê gotin. Wekî tê zanîn gelek hêz û dînamîk
dibin sedema pêşketina civakan. Ez ê zêde li ser vê nesekinim. Çimkî ez
naxwazim nivîs zêde dirêj bibe, lê ez dixwazim hinekî jî behsa girîngiya wêjeyê
bikim. Wêje, ji aliyên xwe yên heyberî û giyanî ve
pireke di navbera demên borî û dema bê ya civakê de hatî sazkirin û goftûgoyeke
berdewam e. Wêje, xweşikirina hiş û bîra mirovahiyê ye. Her wiha bi awayekî
rast û berfireh fikirandina me bi rêk û pêk dike. Wêje, ji bo rêkûpêkirina
zanebûn û sazkirina dema bê, jêderka herî girîng a ku pêwîst e mirov serî lê
bide.
Em çi qasî rabirdûya xwe bizanibin, em ê ew qasî
jî xwe, netewa xwe û cîhana xwe baş nas bikin. Kesê wêjeya civaka xwe
nizanibe, dibe mîna mirovekî bêhiş. Divê bê zanîn ku afirandina
çanda gel a hevsengbûyî, bê wêje nabe. Wêje mifteya pêşketina civakê ye. Belê,
ev mijarên ku me anîn ziman, bêyî hev nabin û hev temam dikin. Ji ber hêz,
hebûn û sembola neteweyekê ziman û wêjeya wê ye. Heke gelê me heta niha hebûna
xwe parastibe û gihandibe roja me ya îro, bi saya serê zimanê hevsengkirî û
wêjeyê ye.
Yorumlar
Yorum Gönder